11 kes hatin girtin, gelek kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê de 11 kes hatin girtin, gelek kes jî hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Li Wan, Dîlok, Edene û Amedê 11 kes hatin girtin, gelek kes jî hatin binçavkirin. Çeteyên AKP/Qesrê li Cizîrê jî avêtin ser malên malbatên gerîlayan.

WAN

Li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûş a Wanê, hevserê jina ducanî Remziye Bor a di êrîşa polîsên tîmên taybet de li mala xwe bi giranî birîndar bû Îrfan Bor hat girtin. Tevî Bor, Lokman Abî û Ciwan Yemen bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîma Me ya Wanê.

DÎLOK

Li navçeya Dîlok Nîzîpê Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Songul Taydaş, rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Yasîn Arslan, rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Mûharrem Polat û kekê wî Cemîl Polat, Hasan Demîr, Yilmaz Karakûlak, Ramazan Karagoz û Serdar Yilmaz ên roja 18'ê Nîsanê hatin binçavkirin, duh derxistin edliyeyê. 8 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa H.

EDENE

Li taxên Denîzlî û Daglioglû yên navçeya Seyhan a Edeneyê, polîsan duh bi şev avêtin ser gelek malan. Endamê Desteya Dîsîplînê ya Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê Mehmet Emîn Zengîn û zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin.

AMED

Li Bajarokê Salatê yê navçeya Bismil a Amedê gelek leşkerên ji Fermandariya Jendermeyan  avêtin ser malan. Di serdegirtinan de tevî zarokan gelek kes hatin binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. Di nava kesên hatine binçav kirin de, bi tenê navê Alî Taşçier hat hînbûn. 

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê danê sibehê çeteyên Qesrê bi ser malan de girtin. Di Taxên Nur û Cudî de ser malan de girtin û nehat hînbûn ku kesek hatiye binçavkirin. Hat hînbûn ku ev serdegirtin bi taybetî li hemberî malbatên gerîlayên PKK'ê hatine kirin. Hat ragihandin ku çeteyên Qesrê di serdegirtinan de ji malatan re gotine "Zarokên we li ku derê ne, wan vegerînin."

SILOPIYA

Li Taxa Qizir a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Çeteyên Qesrê bi wesayîtên zirxî ve di ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê a Navçeyê. Kesên ku hatine binçavkirin nasnameyê wan wiha ne: Mizgin Gelgî, Faysal Ayhan, Lokman û Yakûp Erol.