Li Cizîr û Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin, li Entalyayê jî kesek hate girtin

Di çarçoveya oparesyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk de li Cizîr û Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin, li Entalyayê jî kesek hate girtin.

Di çarçoveya oparesyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk de li Cizîr û Kerboranê 2 kes hatin binçavkirin, li Entalyayê jî kesek hate girtin.

CIZÎR

Ciwanê bi navê Omer Guzel ê 27 salî di ketina Cizîrê de li nuqteya kontrolê ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin.

Sedemê binçavkirina Guzel nehat zanîn. Polîsan ew birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

KERBORAN

Li Parka Ozgurluk a Taxa Bahçebaşi ya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê polîsan ciwanê bi navê Îbrahîm Okter rawestandin û kontrola GBT'ê kirin. Polîsan piştî kontrola GBT'ê Îbrahim Otker binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Kerboranê. Sedema binçavkirina Okter nehat zanîn.

ENTALYA

Di 21'ê Nîsanê de li navçeyên Kepez û Serîk ên Antalyayê di serdegirtina malan de 8 kes hatibûn binçavkirin. Welatiyên ku îfadeyên wan hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê 5 kes serbest berdan, welatiyê bi navê Yûsûf Îbren û du kesên ku navên wan nehat hînbûn, bi îdîaya "Endamê rexistinê ne" û "Di xebatên YPS'ê de cih girtine" bi daxwaza girtinê sewqî dozgerê lêpirsînê kirin. Dozger der barê Îbren de biryara girtinê da, kesên din jî bi şertê ‘kontrola edlî’ serbest berdan.