Hevserokê TAY-DER'ê û rêvebereke HDP'ê hatin binçavkirin
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zarîfe Karasûngûr hatin binçavkirin.
Hevserokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zarîfe Karasûngûr hatin binçavkirin.
Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TAY-DER) û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zarîfe Karasûngûr, dema diçûn ber Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê ya Îzmîrê ku wê daxuyanî lê bidan çapemeniyê, ji ber sedemeke nediyar hatin binçavkirin.
Karbadag û Karasûngûr niha li Qereqola Şakranê tên ragirtin.
Der barê sedema binçavkirinê û rewşa binçaviyan de agahî ji parêzeran re nayê dayîn.