Di doza Dundar Gul de rûniştina duyemîn
Rûniştina duyemîn a doza darizandina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul îro pêk tê. Dozger xwest, ev doz û doza Fetûllah Gulen li Dadgeha Bilind tê dîtin, bibin yek.
Rûniştina duyemîn a doza darizandina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul îro pêk tê. Dozger xwest, ev doz û doza Fetûllah Gulen li Dadgeha Bilind tê dîtin, bibin yek.
Doza darizandina Berpirsyarê Weşana Giştî ya Cûmhûriyetê Can Dundar û Nûnerê rojnameyê yê Enqereyê Erdem Gul, ku ji ber nûçeya li ser TIR ên MÎT'ê tên darizandin, îro li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam dike.
Dundar û Gul ên ji bo rûniştinê hatin Edliya Çaglayanê, piştî ku daxuyanî dan bi parêzerên xwe re ketin hundirê edliyeyê.
Parlamenterên HDP û CHP'ê jî ji bo şopandina rûniştinê ketin hundirê salonê.
Li korîdora edliyeyê polîsên tîmên taybet hatin bicihkirin. Parêzerên MÎT û Serokkomarê Tirk Erdogan jî ketin hundirê salonê.
Di rûniştina îro de şahid Emre Erdîş îfade da.
Dozger jî got, "Divê çalakiya Can Dundar û Erdem Gul bi doza FETO/PDY a li Dadgeha Bilind tê dîtin bibe yek." Rûniştina dozê dewam dike.