Akademîsyen hatin tehliyekirin

4 akademîsyenên ji ber aştîxwaziyê hatin girtin, di rûniştina yekemîn de hatin tehliyekirin.

4 akademîsyenên ji ber aştîxwaziyê hatin girtin, di rûniştina yekemîn de hatin tehliyekirin.

Rûniştina yekemîn a akademîsyen Esra Mûngan, Meral Camci, Kivanç Ersoy û Mûzaffer Kaya yên ji ber îmze avêtin danezana “Em nabin hevparê vî sûcî” hatin girtin, îro li “1. Dadgeha Cezayê Giran hate dîtin.

Akademîsyenên parastin kirin, danezan parastin, diyar kirin ku wê daxwaza mafê xwe yê aştiyê bidomînin. Akademîsyenên diyar kirin ku ne xulamên ber derî ne, ev peyam dan: “Akademî bêdeng nabin.”

Piştî parastinê, dozger daxwaza girtinê kir. Lê piştî navberê dozger mutalaa guhert.

Dozger dîsa biryara sekinandinê daxwaz kir û li beranberî îxtîmala derengketina hatina dosyayê daxwaza tehliyeyê kir.

Li ser pirsa parêzeran, dozger mutalaa xwe eşkere kir, got wesfa sûc dikare ji derveyî propagandayê bê girtin û di nav xala 301.  a TCK’yê de bimîne.

Parêzerê parastinê Merîç Eyuboglû got bi qebûlkirina daxwaza dozger divê dadgeh xwe ji dozê vekişîne, wiha axivî: “Divê biryara îro beraat be.”

Dadgehê biryara tehliyeya akademîsyenan da.

Dadgehê darizandin rawestand, rûniştin taloqî 27’ê Îlonê kir.

...