ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan, li St. Gallen û Zurîhê hat protestokirin. -
Li Yewnanîstanê roja duyemîn a çalakiyê: Wê Erdogan têk biçe!
Rêzeçalakiya li paytext Atînayê li dijî tecrîd, qeyûm û êrîşên li dijî çapemeniyê dest pê kir, di roja duyemîn de ye. -
Li Freîbûrgê ji bo televîzyona hatî girtin hewldan
Li Freîbûrgê jinên Kurdistanî têkîldarî girtina televîzyon û radyoyan bi rayedarên SWR TV re civiyan. -
Li Strasboûrg û Viyanayê li dijî biryara Eûtelsatê çalakî
Li dijî rawestandina weşana Med Nûçe TV ya ji hêla şîrketa Fransî Eûtelsatê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Çalakiyên protestoyî yên Komploya 9’ê Cotmehê
Li bajarên Roma û Mîlano yên Îtalyayê û Rennes ê Fransayê çalakiyên şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah pêk hat, hate lidarxistin. -
Rêxistinên çapemeniyê yên Ewropayî pirsa Tirkiyeyê ji KE re kirin
Nerazîbûnên ji ber operasyonên tepisandina medyayê ku li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê dest pê kirin û di hefteyên dawî de xwe gihandin televîzyonên Kurdan, li Konseya Ewropayê (KE) hate ziman. -
Ji ber piştevaniya Ozgur Gundemê doz li Julîde Kûral hate vekirin
Ji bo Lîstikvan Julîde Kûral, ji ber piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê kir, bi daxwaza cezayê girtîgehê doz hate vekirin. -
Li Bernê Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Li bajarê Bern ê Swîsreyê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate protestokirin. -
Balûken, bi heyeta rêxistinên kedê re civiya
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, bi heyeteka ku ji nûnerên KESK, TMMOB û TTB’ê pêk dihat re civiya. -
Li Stenbolê li nêzî navenda polîsan teqîn
Li nêzî Navenda Polîsan a 75’încî Yil a li Yenîbosnaya Stenbolê teqînê rû da. Piştî teqînê jî dûman hêl dibin. -
Iraq giliyê Tirkiyeyê li NY’yê kir
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ji bo ku leşkerên Tirk derbikevin serî li NY’yî da. -
Kedkarê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol jiyana xwe ji dest da
Ji edîtorên rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol, jiyana xwe ji dest da. -
Xebatkartên çapemeniya azad û dostên wan Eûtelsat prostesto kirin
Xebatkarên Med Nûçe TV û ji partiyên cuda û rêxistinan, Eûtelsat protesto kirin. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Dusseldorfê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Dusseldorfê dijîn, komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî protesto kirin. -
Yek bi yek êrîşî zîhniyetên cihêreng kiriye
Cemîl Bayik: Rastiya dewleta Tirk a qatlîamker bi girtina van qenalan ve xwe daye dest. Dawiya dawî dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê wê ji ber van sûcên xwe bên darizandin. -
Tecrîd û êrîşên AKP'ê li Yewnanîstanê tên şermezarkirin
Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn, tecrîda li ser Ocalan, desteserkirina şaredariyan û êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin. -
Bûrç: Çi dibe bila em ê bêdeng nemînin
Koordînatorê Giştî yê ÎMC Bûrç diyar kir, girtina radyo û televîzyonan nîşaneya destpêkirina êrîşeke mezin e û got, ew ê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin. -
Girtiyê nexweş Bahadir krîza dil derbas kir
Girtî Saît Bahadir ku nexweşiya kanser çerm pê re heye, ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê krîza dil derbas kir. -
Avesta: Pêngav pêngava azadkirina Rêber Apo ye
Avesta destnîşan kir, ku heta Ocalan azad nebe, wê her tim di nava xeteriyê de be û got, "Lazim e em li dora Rêber Apo bicivin û berxwedanek mezin nîşan bidin. Pêngav pêngava azadkirina Rêber Apo û misogerkirina azadiyê ye." -
Eutelsat: Em li Tirkiyeyê hene; neçar in hevkariyê bikin
Dîrektorê Giştî yê Eutelsatê, ku li ser daxwaza rejîma AKP'ê weşana Med Nûçe sekinand, da xuyakirin, ku ew gelek qenalên li Tirkiyeyê diweşînin û li xwe mikur hat, ku ji ber li Tirkiyeyê hene, ev biryar girtine. -
Girtina çapemeniya azad û mûxalîf hate şermezarkirin
Girtina çapemeniya azad û mûxalîf û tarîkirina ekranên Med Nûçe, bi xwepêşandanên girseyî hate şermezarkirin. -
KCDK-E: Em ê ji bo azadiya Serok Apo dakevin qadan
KCDK-E: Gelê Kurd wê tevî dostên xwe dakeve qadan û ji bo şermezarkirina vê komployê wê rûyê qirêj ê dewleta Tirk a mêtînger û hêzên emperyalîst ên navneteweyî teşhîr bike. -
Li Parlamentoya Ewropayê civîna ‘Med Nûçeyê’
Li Parlamentoya Ewropayê rawestandina weşana Med Nûçe TV a ji hêla Eûtelsatê bi konferansekê hate şermezarkirin. -
Li Parîsê ji bo TV û radyoyên ku hatine girtin çalakî
Li paytext Parîs a Fransayê têkildarî êrîşên li ser çapemeniya azad û muxalîf bi Rojnamevanên Sînor Nenas re hevdîtinek hate kirin. Li pêşiya AFP’ê jî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. -
Med Nuçe: Ji bo ku TV’ya me dîsa dest bi weşanê bike em ê rikdar bin
Rêveberiya Med Nûçe: Piştî girtina Med Nûçe îdîayên ku televizyoneke din ya ku wê şûna wê bigire û dest bi weşana ceribandinê kir, ne rast in.