Iraq giliyê Tirkiyeyê li NY’yê kir
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ji bo ku leşkerên Tirk derbikevin serî li NY’yî da.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ji bo ku leşkerên Tirk derbikevin serî li NY’yî da.
Wezîrê Karê Derve yê Iraqê, diyar kir ku leşkerên Tirkiyeyê li welat de di rewşa dagirkirinê de ne, bi rêya nameyekê serî li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY)da.
Name ji aliyê Nûnerê Herdemî yê NY’yê Iraqê Mûhemmed Alî Hakim ve ji bo KENY'yê re şand.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve jî hate dayîn hate daxwazkirin ku divê leşkerên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê bi lez derkevin. Hate diyarkirin ku têkelî karê navxweyî yê Iraqê dibe û daxwaz hatiye kirin ku bi lezgîn civînekê li dar bixin.