ROJANE
Hemû Nûçe
-
Derbarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de lêpirsîna destpêkê
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Midûrê Giştî yê Weşanê Ersîn Çaksû û Midûrê Karên Nivîsê Harûn Eplî yên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku ev 42 rojin weşanê dike de lêpirsîn da destpêkirin. -
Katib û karmendan çalakiya boykotê dane destpêkirin
Katib û karmendên Silêmanî û navçeyên derdorê ji ber sedema ku meaşê xwe nastînin ragihandin ku ew ketine boykotê. -
Hecî Farûk jiyana xwe ji dest da
Welatparêzê Kurd Farûk Okaytekîn ê bi navê Hecî Farûk tê naskirin, ku li navçeya Gimgim a Mûşê ye û li paytexta Awûstûrya Viyanayê dima, ji ber nexweşiya kanserê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. -
'Xwedî li çapemeniyê derkevin'
Rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî girtina qenalên televîzyon û radyoyê dan. Bang li guhdar û temaşekeran hat kirin ku xwedî li qenalên xwe yên televîzyon û radyoyê derkevin. -
Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da
Li herêma Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da. Tê gotin, ji ber teqînê gelek leşker mirin e û birîndar bûne. -
Yureklî: Ji bo rakirina tecrîdê em li dora Ocalan li hev bicivin
Parêzer Cengız Yureklî got, "Ji bo rakirina tecrîdê, divê em li dora Birêz Ocalan li hev bicivin û tecrîdê pûç bikin." -
Ekrana Med Nûçeyê hat reşkirin!
Piştî şîrketa bi navê Eûtelsatê duh daxwaz kiribû ku îro weşana Med Nûçe saet di 10:00 de bê rawestandin, ekrana televîzyonê hate reşkirin. -
Taşdemîr: Ji ber ku çapemeniya azad teslîm nabe, zilm lê tê kirin
Wekîla HDP'yî Taşdemîr got, desthilatdariya AKP'ê dixwaze hemû saziyên çapemeniyê yên li welêt teslîm bigire û ji ber ku çapemeniya azad teslîm nabe, zilm lê tê kirin. -
Komîteyên 'Rojava' û Bakur' ên li Swêdê wê bi hev re bixebitin
'Komîteyên Rojava' ku ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojava li Swêdê hatin avakirin û 'Komîteya Bakur' a ji bo Bakurê Kurdistanê dixebite, biryar dan bi hev re bixebitin. -
Şehîdê têkoşîna azadiyê li Parîsê hat bîranîn
Şehîd Şiyar Eleşkîrt (Enver Gorduk) li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn. Merasîma bîranînê li banliyoya Grîgny bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat. -
'Tirkiye dixwaze bi rêya tezkereyê Iraqê dagir bike'
Parlamenterên Iraqî nerazîbûn nîşanî tezkereya operasyona derveyî sînor dan, ku ji aliyê Meclîsa Tirk ve dema wê hat dirêjkirin. Parlamenterên Iraqî gotin, "Bi rêya vê tezkereyê dixwazin axa Iraqê dagir bikin." -
Li Hambûrgê merasîma bîranîna şehîdan
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, gerîlayên HPG'ê Mehmet Şiyar Ozer (Xelîl Jêhat) û Bunyamîn Kiliç (Baran Serhat Mîrza) hatin bîranîn. -
Li Marsîlya û Braûnschweîgê civînên gel ên li ser rewşa Ocalan
Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda giran, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û bajarê Braûnschweîg ê Elmanyayê bi civînên gel hatin vegotin. -
Pirtûka 'Şaristaniyê' ya Ocalan li Stockholmê hat nasandin
Pirtûka 'Şaristaniyê' ku ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û bi zimanê Îngilîzî hatiye tercûmekirin, li paytexta Swêd Stockholmê bi konferansekê hat nasandin. -
Eûtelsat daxwaz kir ku sibehê weşana Med Nûçe di saet 10:00’an de asteng bike
Şîrketa Setelayt a Fransî Eûtelsat, ji bo girtina Med Nûçeyê zextan zêde dike. Li gorî agahiyên hatin girtin Eûtelsat, fermanek ji bo şirketa satalayta Med Nûçe ya ku li ser weşana dike, daxwaza kir ku Dûşemê saet di 10:00’an de weşana wê tarî bike. -
Li Manheîm û Duîsbûrgê civîna gel
Li Mannheîm a Elmanya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panêlek hate dayin. Li Dûîsbûrgê jî bi civînên gel şehîd hatin bibîranîn, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
‘Dibe ku êrîşên cidî li ser partiya me û wekîlên me pêk werin’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku di ziyareta ÎMC TV de axivî, diyar kir ku dibe ku êrîş li ser partî û wekîlên me jî pêk were. -
16. Kongreya Giştî ya KNK’ê berdewam dike
Civîna 16. Kongreya KNK’ê bi xwendina raporên xebatan û nirxandinan didome. -
NAV-YEK: Xwedî li televîzyonên xwe derkevin
NAV-YEK bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên dewleta Tirk a li ser weşana Kurdî şermezar û lenet kir. -
Nivîsên krîtîk ên di belgeyan de ku Redhackê bi dest xistine
Di belgeyên Berat Albayrak de ku Redhackê bi dest xistibûn nivîsên krîtîk derdikevin holê. Di nivîsan de ên girîng ji hêla kesê bi navê Okan M. ve têne şandin -
Perlementerên Iraqê: Tirkiye ji bo ku Iraqê dagirbike tezkere dirêj kir
Perlementerên Iraqê wiha gotin: “Hêzên Tirkiyeyê hêzekî dagirkerin, ji bo azadiya Nînovayê pirsgirêkan derdixe.” Bertek nîşanî dirêjkirina tezkereya ku duh li Meclîsa Tirkiyeyê hate erêkirin da. -
Li Floransayê civîna ku bi mijara Ocalan
Li navçeya 4’emîn a bajarê Floransa ya Îtalyayê, têkildarî tecrîga girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hate lidarxistin. -
Yuksekdag: Kekane sucê dezgehên ku hatine girtin radest nebûne
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku Ozgur Radyo ziyaret kir wiha got: “Dixwazin vî welatî ber bi qirêjî û gemariya xwe ve bikişînin. Em bi israrin, ku xweşiyê bidin avakirin.” -
‘Şarik Apo huner ji bo civakê hilberand’
TEVÇAND Ewropa û Kevîna Zêrîn Ewropa got, ‘’Şarik Apo huner ji bo civakê hilberand û dev ji wê rêgeza ku dibêje hemû hunera ji bo civakê exlaqî ye bernedaye’ -
Li Helebê şerê navbera rejîmê û çeteyan: 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê, di şerê navbera hêzên rejîmê û komên çete yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.