Med Nuçe: Ji bo ku TV’ya me dîsa dest bi weşanê bike em ê rikdar bin

Rêveberiya Med Nûçe: Piştî girtina Med Nûçe îdîayên ku televizyoneke din ya ku wê şûna wê bigire û dest bi weşana ceribandinê kir, ne rast in.

Daxuyaniya Med Nûçe wiha ye: ‘’Televizyona me Med Nûçe roja Duşembê ji hêla Eutelsatê ve li gorî daxwaza hikûmeta Tirk, bi awayekî derqanûnî hatiye girtin.

Ev pêkanîna Eutelsatê ya ku azadiya çapemeniyê ji nedîtî ve tê, di nav de qanala zarokan Zarok TV jî bi girtina 12 televîzyon û 11 radyayî ya bi destê dewleta Tirk, bi hevdemî pêk hatiye. Rawestandina weşana Med Nûçe ya ji hêla Eutelsatê ve tê maneya desteka polîtîkaya Erdogan a li Tirkiyê kul i ser çapemeniyê weke terora dewletê pêk tîne.

Em weke rêveber û xebatkarên Med Nûçe TV’yê vê helwesta derqanûnî ya Eutelsatê bi tundî şermezar dikin û heta dawiyê em ê li televizyona xwe xwedî derbikevin. Piştî girtina Med Nûçeyê îdîayên ku dibêijn televîsyoneke ku wê şûna wê bigire û dest bi weşana testê kiriye ne rast in. Ev îdîayên bi vî rengî bêyî zanebûn zirarê didin têkoşîna rewa û biheq a televîzyona me û diyarkirina heqên demokratîk ên temeşevanên me, zextên Eutelsatê normalîze dikn û zexta raya giştî ya li ser Eutelsatê kêm dikin.

Em weke rêveber û xebatkarên Med Nûçe TV’yê ji bo ku televizyona me careke din dest bi weşana xwe bike, em ê têkoşîna xwe û hewldana xwe bidomînin. Ji bo vê jî em bang li hemû gelê xwe û temaşevanê xwe dikin ku li dijî biryara Eutelsatê heqên xwe yên rewa û demokratîk bi kar bînin. Em bang li raya giştî, bang li saziyên çapemeniyên yên Ewropa û dinyayê û nûçegihan, kedkarên çapemeniyê, nivîskar, rewşenbîr û hunermendan dikin ku hevgiriya xwe ya bi televizyona me re xurt bikin, ji bo ku Eutelsat dev ji kirinên xwe yên derhiquqî biqere zextan li ser bikin.’’