Li Yewnanîstanê roja duyemîn a çalakiyê: Wê Erdogan têk biçe!
Rêzeçalakiya li paytext Atînayê li dijî tecrîd, qeyûm û êrîşên li dijî çapemeniyê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.
Rêzeçalakiya li paytext Atînayê li dijî tecrîd, qeyûm û êrîşên li dijî çapemeniyê dest pê kir, di roja duyemîn de ye.
Meclîsa Gel a Yewnanîstanê li paytext Atînayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î û girtina televîzyon û radyoyên Kurd û mûxalîfan çalakiyên xwe didomîne. Çalakî di roja duyem de li Qada Syntagma ya li ber parlamentoyê duh jî dewam kir. Kurdistaniyan ku li qadê stand danîn, mîtîng veguherandin mîtîngê. Kurdistaniyan li qadê belavok belav kirin, bi dirûşmeyan reng dan çalakiyê.
‘XWE DIXAPÎNIN!’
Li ser navê Meclîsa Gel daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Çeteyên Erdogan-Qesrê ê ku bi terora xwe ve difikirin ku wê gelê Kurd teslîm bigirin, xwe dixapînin. Kurd wê têkoşîna azadiyê de bi israr bin û wê faşîzma Erdogan têk biçe. Em ê her roj li van qadan bin û bibin dengê gel.”
Meclîsa Gel bang li Kurdistaniyên li Yewnanîstanê kir ku her roj saet 15.00-21.00’an li Qada Syntagma amade bin.