Li Swîsreyê 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan, li St. Gallen û Zurîhê hat protestokirin.
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan, li St. Gallen û Zurîhê hat protestokirin.
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li St. Gallen û Zurîhê bi çalakiyê ve hat protestokirin.
Di çalakiyê de ku bi pêşengiya ciwanên Kurd ve hat lidarxistin, Meclîsa Jinan a Asrîn Denîz û Endamên DEM-KURD’ê jî cihê xwe girtin. Di çalakiyê de pankart hatin vekirin û belavokên bi zimanî Elmanî hatin belavkirin. Piştî meşê, li ser navê ciwanan Doguş Bulut axivî û diyar kir ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn, azadiya fîzîkî ya Ocalan pewîst e.
Li Zurîhê jî li pêşiya avahiya Seferatxaneya DYA’yê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku komplo hat protestokirin, dirûşmeyên bi zimanê Elmanî hatin berzkirin. Çalakî piştî daxuyaniyê hat bidawîkirin.