BI DÎMEN

Kongreya 7'emîn a FCDK-KAWA’yê hate lidarxistin

Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (FCDK-KAWA) 7’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Mehmet Çopan û Kerîme Barcîn wek hevserok hatin hilbijartin.

Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (FCDK-KAWA) ku li Eyaleta Hessen a Elmanyayê birêxistinkiriye, 7’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongre bi tevlîbûna delegeyên ji Darmstadt, Hanau, Frankfurt, Offenbach, Mannheim, Bensheim, Giessen, Limburg, Mainz û Ruselsheimê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Darmstadtê hat lidarxistin.

Li qada kongreyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ê duh jiyana xwe ji dest da maseya bîranînê hat danîn. Li cihê maseya bîranînê wêneyê Onder û qurnefîl hatin danîn û find hatin vêxistin.

Kongre bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Osman Kapan ve hat kirin. Kapan anî ziman ku Sirri Sureyya Onder ji bo kesên kesera aştî û demokrasiyê dikin windahiyek mezin e.

Dû re kongre bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Di kongreyê de ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zekiye Nurhaq axivî û bal kişand bi ser girîngiya kongrê û pêvajoyê. Zekiye Nurhaq anî ziman ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi ruhê seferberiyê wê tevgera jina xwedî li pêvajoyê derkevin.

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok jî Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder û Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî.

Di kongreyê de xebatên salekê yên Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (FCDK-KAWA) hatin nirxandin.

Di kongreyê de bi dengên pêkhateyên federasyonê re ev biryar hatin girtin.

1 - Wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo navenda xebatên me be û heta azadiya fîzîkî wê têkoşîna me bêyî navber bidome.

 2 - Hemû meclîs û komunên me, li gorî paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, di hemû qadên jiyanê de xebatên xwe dimeşînin.

3 - Federasyona FCDK-KAWA, li bajarên ku meclîs, komun û pêkhateyên din lê hene, ji bo danasîna paradîgmaya civaka demokratîk, wê pêşengiyê bike.

 4 - Li dijî qetlîamên jinan, li hemberî her cûre şîdeta serdestiya mêr û cudaxwaziyê em têkoşînê dimeşînin. Em YJK, plan û çalakiyên wê wek xebatên bingehîn ên meclîsan dibîne û li gorî vê xebat wê bên meşandin.

5 - Divê giranî bi xebatên komunê bên dayîn, şopandina fermîbûna saziyan, bidestxistina statuya qanûnî û xebatên zêdekirina endaman.

6 - Xebatên pêşxistina ji bo zimanê Kurdî, di saziyan de axaftina bi Kurdî û lidarxistina civînan bi Kurdî wek esas tê girtin. Teşwîqkirin û piştgirîkirina xebatên li ser dîrok, ziman û wêjeya Kurdî.

7 - Xurtkirina xebatên perwerdehiyê li herêmê û armanckirina lidarxistina du dewreyên perwerdehiyê di nav Federasyonê de.

 8 - Piştgirîkirina klubên sporê yên di bin banê Federasyonê de, teşwîqkirina zarok û ciwanan ji bo çalakiyên werzîşê. Xurtkirina nûnertiya ciwanan.

 9 - Piştgirîkirina têkoşîna statû û azadiya gelê me yê li Rojava, xwedîderketina xebatên wan ên li Ewropayê.

 10 - Xwedîderketina têkoşîna gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê, tehşîrkirina pêkanînên faşîst ên rejîma mêtinger a Îranê, bi taybetî darvekirin û hemû zordestiyan.

 11 - Xwedîderketina têkoşîna gelê me yê Êzidî yê li Şengalê, li ser bingeha xweseriya demokratîk ji bo diyarkirina çarenûsa xwe.

 12 - Xebatên Federasyon û meclîsan li ser bingeha projeyên bêne meşandin, bi qasî ku gengaz e armanckirina avakirina komîsyonekê ji bo meşandina xebatên projeyan di nav Federasyonê de.

Hevserokên nû yên FCDK-KAWA’yê Mehmet Çopan û Kerîme Barçîn hatin hilbijartin. Di kongreyê de rêveberiya ji 9 kesan pêktê hat diyarkirin.

Kongre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.