Çalakiyên protestoyî yên Komploya 9’ê Cotmehê
Li bajarên Roma û Mîlano yên Îtalyayê û Rennes ê Fransayê çalakiyên şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah pêk hat, hate lidarxistin.
Li bajarên Roma û Mîlano yên Îtalyayê û Rennes ê Fransayê çalakiyên şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah pêk hat, hate lidarxistin.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê wek her hefte, vê hefteyê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku li Place de la Mairie ji hêla Komaleya Jinê ya Zîn hate lidarxistin û nêzî 100 kesî tevlî bû, girtina televîzyon û radyoyên Kurdan hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Terorîst DAÎŞ, Hevkar Erdogan” hatin berzkirin. Ji kesên derdor jî belavokên têkîldarî Komploya 9’ê Cotmehê û qetlîamên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan anî, hatin xwendin û belavkirin.
Endamên Komaleya Jinê ya Zîn bi banga tevlîbûna çalakiya hefteya bê, çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dawî kir.
ROMA
Li paytexta Roma Îtalyayê li Navenda Çanda Kurd bi armanca şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku piştî nîvro li ber Sefîrxaneya Amerîka kom bûn, çelenkê reş danîn û komplo şermezar kir. Girseyê dirûşmeyên “Bimire hêzên komploger”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
Çalakiya li Romayê ku belavok hatin belavkirin, nêzî saetekê dom kir.
MÎLANO
Li bajarekî din ê Îtalyayê Mîlanoyê jî Kurdistaniya Komploya 9’ê Cotmehê li ber Sefaretxaneya Mîlano ya DYA şermezar kirin. Di çalakiyê de çelenkê re ê bi nivîsa “Em Komploya Navneteweyî Şermezar Dikin” hate danîn, dirûşmeyên “Bijî Ocalan” û “Ji Ocalan Re Azadî” hatin gotin.
Çalakvanan xwestin dosyayek têkîldarî pêvajoya komployê radestî rayedaran bikin, lê bersivek neyênî wergirtin. Li ser vê jî çalakvanan dosya danîn ser çelenka reş. Di çalakiyê de ji bilî pankarta “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu”, wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hatin rakirin.