Şandeyek ji Vatîkanê serdana saziyên Rêveberiya Xweser kir
Nûnerên ji Vatîkanê bi armanca naskirina saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê û pêşxistina têkiliyan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Nûnerên ji Vatîkanê bi armanca naskirina saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê û pêşxistina têkiliyan serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Şandeyek ji nûnerên Vatîkan ya ku ji Berdevka Rahibên El-Fernînsîskan a El-Meryemîyat Tîrêz Ilyas Kenakirî (Sûriyeyî), Nadya Emîn Xalî (Misrî) û Marî Hebîb Kîroz (Lubnanî) pêk tê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo kir.
Bi şandeyê re Berdevkê Meclîsa Dêrên Xiristiyanan li Helebê û Endamê Meclîsa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armîn Mardo û Nûnerê Meclîsa Olan a Xiristiyanan li Reqayê Kirakyos Qilayîcyan jî hebûn.
Şande îro dest bi serdanê xwe kir ew bi armanca naskirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk, makanîzmeya xebatê û avakirina têkiliyan hatiye herêmê.
Şande li Daîreya Têkiliyên derve ji aliyê Hevserokên Daîreyê Ilham Ehmed û Fener Giêt, her du cîgirên wan Gulîstan Elî û Robêl Beho ve hatin pêşwazîkirin. Rûniştina şandê ji çapemeniyê girtî pêk hat. Di dawiyê de şandeyê diyarî pêşkêşî daîreyê kir û rêveberiya daîreyê jî ji bo bîranînê diyarî dane şandeyê.
Piştre şandeyê berê xwe da navenda însiyatîfê, li wir ji aliyê Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur û endamên însiyatîfê Necah Gulo û Fûad Çolî, Hevserokê Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Mihemede Emîn Niêmî û endamê însiyatîfê Beşîra Cemal El-Dîn û Rovend Xelef ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de Ferzende Muzur bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û diyar kir ku daxwaza Rêber Apo a mirovahî, xwişk-biratî û hezkirinê ye, lê dewleta Tirk hîn jî li hemberî bangê gav neavêtiye.
Beşîra Cemal El-Dîn jî da zanîn ku Rêber Apo bi fikra xwe hemû jin ji pêkhateyên cuda li herêmê li hev civandine, ew bi destekê destkeftiyên ku bi destxistinê ava dikin û bi destê din jî li hemberî êrîş û gefên dewleta Tirk parastina xwe dikin.
Necah Gulo jî destnîşan kir ku girêdana wan bi ramanên Rêber Apo hiştiye ew bighêjin asteke serfiraziyê, ew ji doza xwe ti car venagerin û heta dawiyê wê têkoşîn bikin.
Her sê rahiban jî kêfxweşiya xwe ya dîtina xwişk-biratiyê di navbera gelan li herêmê anîn ziman.
Însiyatîfan diyarî û her 5 paraznameyên Rêber Apo pêşkêşî şandeyê kirin.
Dê îro şande serdana Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî û Meclîsa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Sibe jî gera xwe bi serdana Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Partiya Yekîtiya Suryanî bi dawî bike.