Rêxistinên çapemeniyê yên Ewropayî pirsa Tirkiyeyê ji KE re kirin

Nerazîbûnên ji ber operasyonên tepisandina medyayê ku li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê dest pê kirin û di hefteyên dawî de xwe gihandin televîzyonên Kurdan, li Konseya Ewropayê (KE) hate ziman.

Gelek rêxistinên rojnamevanan ku di bin banê KE de ji bo parastina mafên rojnamevanan û balê bikşînin ser binpêkirina mafan bi platforma hatî avakirin re hevkar dixebitin, têkîldarî zextên li Tirkiyeyê bi Sekreterê Giştî Thorbjørn Jagland re civiyan.

Di hevdîtinê de li ser navê platformê nûnerên saziyên mîna Article 19, Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê (FEJ), Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (EFJ), Komaleya Rojnamevanan a Ewropa (AJE), Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Index on Censorchip û Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) amade bûn.

Di hevdîtinê de têkîldarî zext, tepisandin, girtin û astengkirina weşana televîzyonan a li Tirkiyeyê ku li dijî dezgehên medyayê û rojnamevanan pêk tê Jagland hate agahdarkirin, hate pirsîn ku ka KE têkîldarî mijarê çi xebatan dike.

Sekreterê Giştî yê KE jî got têkîldarî azadiya çapemeniyê bi Tirkiyeyê re hevkariyê didomînin, lê eşkere nekir ku bê ka pêşketinek çawa bi dest xistine.

Piştî hevdîtinê Jagland axivî, diyar kir ku ‘fikarên’ rêxistinên rojnamevanan ên têkîldarî Tirkiyeyê hîs dikin û desteka xwe ya platforma ku KE saz kiriye dubare kir.

 

...