Li Parlamentoya Ewropayê civîna ‘Med Nûçeyê’
Li Parlamentoya Ewropayê rawestandina weşana Med Nûçe TV a ji hêla Eûtelsatê bi konferansekê hate şermezarkirin.
Li Parlamentoya Ewropayê rawestandina weşana Med Nûçe TV a ji hêla Eûtelsatê bi konferansekê hate şermezarkirin.
Di konferansê de ku mahzûbantiya wê Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Eniya Çep a Fransiz (Front de Gaûche) kir, ji medyaya Kurd jî Heval Nesrîn Aslan û Maxîme Azadî wek qiseker amade bûn.
Ji Dîe Lînke Parlamentera Ewropayê Martîna Mîchels di konferansê de ku li avahiya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasboûrgê hate lidarxistin, axivî, li dijî biryara Eûtelsatê nerazîbûn nîşan da.
Eûtelsatê, li ser daxwaza dewleta Tirk di 3’yê Cotmehê de weşana Med Nûçeyê rawestandibû.
Rojnamevan Heval Nesrîn Aslan di konferansê de axivî, bal kişand ser zextên li ser medyaya li Tirkiyeyê, behsa bi dehan televîzyon û radyoyên ku di van çend rojên dawî de hatin girtin kir. Aslan bi bîr xist ku xebatkarên Ozgur Radyoyê ji porên xwe ve bi erdê re hatine kaşkirin û got; “Ev jî bi erdê re kaşkirina çapemeniya azad e.”
Rojnamevan Maxîme Azadî jî bi taybet bal kişand ser rola Ewropayê ya ku ji bo polîtîkayên faşîzan cesaretê dide dewleta Tirk. Azadî got; “Rawestandina weşana Med Nûçe TV, peyamek pir xeter e ku li Tirkiyeyê cesaretê dide zextan.”
Herî dawî jî ji Eniya Çep Marîe Chrîstîe Vergîat bal kişand ser bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê ku bi ser rojnamevanan û Med Nûçeyê ve aniye. Vergîat anî ziman ku divê di mijara Med Nûçe TV de divê li ser Konseya Ewropayê zext bê avakirin.
Xebatkarên medyaya Kurd Heval Nesrîn Aslan û Maxîme Azadî di heman rojê de li Brukselê bi rayedarên Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî re jî civiyan. Federasyonê biryar girt ku roja Sêşemê têkîldarî zextên li ser medyaya Kurd û mûxalîf civînek çapemeniyê bê lidarxistin.