Girtiyê nexweş Bahadir krîza dil derbas kir
Girtî Saît Bahadir ku nexweşiya kanser çerm pê re heye, ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê krîza dil derbas kir.
Girtî Saît Bahadir ku nexweşiya kanser çerm pê re heye, ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê krîza dil derbas kir.
Rêveberê TAYD-DER'ê Saît Bahadir (54) ê li Girtîgeha Tîpa F ya bi hejmara 2. a Kiriklar a Îzmîrê tê girtin, duh bi şev krîza dil derbas kir.
Li gorî agahiyan, Bahadir ê bi kansera çerm e, ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê krîza dil derbas kiriye.
Girtiyê nexweş Bahadir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrt a Îzmîrê û di bin çavdêriya doktoran de ye. Nahêlin parêzer û xizmên wî, wî bibînin.