BI DÎMEN

Li Aarau û Baselê ji bo Onder sersaxî hat danîn

Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ê duh jiyana xwe ji dest da, li Aarau û Baselê sersaxî hat danîn.

Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ê duh jiyana xwe ji dest da, li Aarau û Baselê sersaxî hat danîn.

AARAU

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarauyê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ê duh jiyana xwe ji dest da, sersaxî hat danîn. Sersaxî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Mehmet Tunç û Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat lidarxistin.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de peyama sersaxiyê ya Rêber Apo ya ji bo Sirri Sureyya Onder şandibû hat xwendin.

Di bîranînê de li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Rûken Demîr axivî. Demîr anî ziman ku wê bi Sirri Sureyya Onder re li Stenbolê xebat meşandiye û got: “Me hevalek xwe, sosyalîstek û kedkarê aştiyê winda kir. Em li vir sozê didin hevalê xwe; em ê kesera te ya aştiyê teqez pêk bînin.”

Siyasetmedar Emrullah Bingul jî sersaxî xwest û got, em ê teqez xeyalên wî bi cih bînin.

Piştî axaftinan sînevîzyona ji axaftinên Sirri Sureyya Onder pêk dihat hat pêşandan.

BASEL

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê jî bi pêşengiya Meclîsa Şêxo Dirlik û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve ji bo Sirri Sureyya Onder sersaxî hat danîn.

Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr axivî. Taşdemîr anî ziman ku ew têkoşerekî aştiyê bû û got: “Herî zêde wî Rêber Apo fêm dikir. Ez hemû şehîdên di vê rêyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim.”