Li Fransayê FCDK-BF hat avakirin
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Bakurê Fransa (FCDK-BF) hat avakirin.
Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Bakurê Fransa (FCDK-BF) hat avakirin.
Li paytexta Fransayê Parîsê, kongreya navbeynê ya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) û kongreya damezrandinê ya Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên Bakurê Fransayê (FCDK-BF) hat lidarxistin. Ji partiya Komunîst a Fransayê Colonel Fabîen, meclîsên Bakurê Fransayê û gelek Kurdistanî tevlî kongreyê bûn.
Kongre bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Dîwana kongreyê bi pêniyarên beşdarvanan hat hilbijartin. Rojnamevan û Nivîskar Ferda Çetîn weke axêver tevlî kongreyê bû. Çetîn anî ziman Rêber Apo di 27’ê Sibatê de pêvajoyek nû da destpêkirin û got: “Rêber Apo got, ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, divê em pêvajoyê baş fêm bikin.”
Piştî axaftina Çetîn, rapora xebatê ya CDK-F’yê hat xwendin.
Di kongreyê de ji Partiya Komunîst a Fransayê Vincent Boulet û endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Geneviève Gerigos axivîn.
Vincent Boulet anî ziman ku eger projeya Abdullah Ocalan derbasî jiyanê nebe wê pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser nebin.
Geneviève Gerigos jî anî ziman ku ew çûye Bakûrê Kurdistanê û got: “Min li Bakurê Kurdistanê jinên Kurd dîtin û ew pir bi hêz bûn. Ez çûm Kobanê jî. Li gel ewqas êrîşên giran jî proje û jiyana wîr ez matmayî hiştim. Ez îdeolojî ji hêzê tê, ez di vê ferqê de me. Têkoşînek ku demdirêj tê dayîn heye. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbû. Hemû hêzên demokrasiyê bi erî nêzî bangê bûn. Lê dewleta Tirk dixwaze zehmetiyan derxîne. Min li Rojava şervanên YPJ’ê naskirin û bîranînên şehîdan guhdar kir. Ez jê gelek bi bandor bû. Ez bawer dikim ku wê banga Rêber Apo cihê xwe bigre û jiyana azad pêk were. Çareseriya li Kurdistan û Rojhilata Navîn tenê bi paradîgmaya Rêber Apo pêkan e.”
Piştî axaftinan Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Bakurê Fransa (FCDK-BF) bi şîara “Rêbertiya Azad re Civaka Demokratîk” îlana xwe ragihand. Hevserokên FCDK-BF’yê Azad Dogan û Fevziye Erdemîrcî hatin hilbijartin.