Li Bernê Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Li bajarê Bern ê Swîsreyê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate protestokirin.

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, îro li bajarê Bern ê Swîsreyê li ber Sefaretxaneya DYA, bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan çalakiyek protestoyî hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ber Sefaretxaneya DYA ya li Bernê kom bûn, çelenkê reş danîn ber sefaretxaneyê.

Çalakiya ku têkîldarî Komployê belavok hatin belavkirin, pankart û dowîz hatin rakirin, bi daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê bi dawî bû. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” hatin berzkirin.

...