Xebatkartên çapemeniya azad û dostên wan Eûtelsat prostesto kirin

Xebatkarên Med Nûçe TV û ji partiyên cuda û rêxistinan, Eûtelsat protesto kirin.

Xebatkarên Med Nûçe TV ya ku weşana wê ji aliyê şirketa Frasî Eûtelsatê ve hate tarîkirin, li paytext Parîsê çalakiyek a protestoyê li dar xistin. Gelek partiyên siyasî yên Frasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan çalakiyê.

Di serî de xebatkarên Med Nûçe TV û çapemeniya Kurd, îro di saet 11:00’an de li pêşiya avahiya Eûtelsat a li Kolana Balardê kom bûn.

Di çalakiyê de li gel Partiya Çep a Frasî, Keskan, Partiya Antî Kapitalîs a Nû, Partiya Komînîst û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî jî gelek patiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî kirin.

‘ TI HÊZ NIKARE DENGÊ ME QÛT BIKE’

Daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya avahiya Eûtelsatê hate dayîn ji aliyê rojnamevan Heval Nesrîn Aslan ve hate xwendin. Di belavoka ku li ser navê xebatkarên Med Nûçe TV hate xwendin de, hevkariya Eûtelsat û dewleta Tirk hate şermezarkirin. Aslan diyar kir ku biryara şirketa Fransî ne qanûniye û vê yekê qebûl nakin, daxwaz kir ku divê biyarê bi lezgîn vekişîne. Aslan herî dawî wiha got: “Ti hêz nikare dengê me qût bike.”

LOQUEREL: DIVÊ FRANSA DEST JI HEVKARIYA SÛCÎ BERDE

Di çalakiyê de Hevserokê Partiya Çep Eric Loquerel axivî, bêdengiya Fransa û Ewropa ya li beramberî zextên li Tirkiyeyê şermezar kir. Loquerel, diyar kir ku ev bêdengî hem di milê hikûmetê hem jî civaka sivîl pêk tê û got; “Li Tirkiyeyê di serî de Kurd, tevahî mûxalefeta demokratîk di bin zextê de ye.”

Loquerel xwest ku êdî Fransa dest ji vê hevkariya xwe ya sûcî berde û wiha dewam kir; “Patronê Eûtelsatê ji hêla Serokkomarê Fransa Françoîs Hollanda hate tayînkirin. Pêwîst e Eûtelsat ji bo azadiya çapemeniyê rêzê bigire.”

KAMENKA: EM Ê PÊWENDIYÊ BI WEZARETÊ RE DEYNIN

Nûnerê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî û Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Fransayê (SNJ/CGT) Patrîck Kamenka jî got, “Divê hevkariya sûcê ya ku Yekîtiya Ewropa û Fransayê bi Tirkiyeyê re saz kiriye bi dawî bibe.” Kamenka diyar kir ku wê bi Wezareta Karên Derve ya Fransayê re pêwendiyê deynin û got; “Em ê bixwazin ku êdî ev hevkariya sûcî bi dawî bibe.”

Nûnerê Partiya Antî Kapîtalîst Olîvîer Besançenot jî bi tevlîbûna xwe piştgirî da çalakiyê.

Xebatkarên çapemeniya Kurd ragihandin ku wê hetan encamgirtinê çalakiyên xwe bidomînin û ji ber avahiyê veqetiyan.

...