Kedkarê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol jiyana xwe ji dest da
Ji edîtorên rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol, jiyana xwe ji dest da.
Ji edîtorên rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol, jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Akyol ku bi salan xebatên sendikayan meşand û herî dawî jî edîtortiya rûpela ked-aborî ya rojnameya Ozgur Gundemê kir, li Nexweşxaneya Florence Nightingale ku demek dirêj bû ji ber penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Akyol, wê roja Şemiyê li avahiya Ozgur Gundemê yê hatiye mohrkirin wê merasîm bê lidarxistin.
SIRGÛNA 26 SALAN
Akyol ê li Hatayê hatiye dinyayê, sala 1970’iyan bû endamê Partiya Vatan a ku partiya Tevgera Kivilcim e, ji sala 1976’an heta darbeya leşkerî ya 1980’an jî wek midûrê karê nivîsê yê heftenameya Sosyalîst ku ya Partiya Vatan bû, xebat meşand. Akyol ê ku midûrê karên nivîsê ya Heftenameya Sosyalîst bû, sala 1979’an ji ber nivîseke ku danezana damezrandina PKK’ê ya ku Mazlûm Dogan nivîsîbû dinirxand, bi cezayê darvekirinê hate cezakirin. Di heman salê de di nava 8 mehan de ji ber 23 dozan 2 hezar 100 sal ceza jê re birîn. 25 roj beriya 12'ê Îlonê, di 19'ê Tebaxa 1980'an de derket derveyî welat. Di pêvajoya 26 salên sirgûnê de sekreteriya sendîkaya UNIA ya çepgiran a li Îsvîçreyê kir. Akyol ku kevneşopiya xwe ya Kivilcimê didomand piştî hat Tirkiyeyê li Ozgur Gundemê rojnamegeriya xwe domand. Akyol, ku di heman demê de nivîskarê Kovara Piştevaniya Sosyalîst bû ji bo HDK'ê jî xebat dan meşandin.
‘YÊ LI GOR FIKRÊN XWE NEJÎ NIKARE BIBE MIROV’
Akyol,di roportaja xwe ya dawiyê de ku di Ozgur Gundemê de hat weşandin, ev tişt gotibûn: "Ozgur Gundem yekane rojname ye ku bi awayekî objektîf bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê dide. Dibe ku aliyên rojnameyên ku bên rexnekirin hebin, lê hûn dikarin bûyerên li Kurdistanê ji Gundemê fêr bibin. Wekî fikra xwe dixwazim pêk bînim. Dema mirov bi şêweyek din dijî nikare bibe mirov. Em îro jî bi cezayan re hevrû ne. Ger mirov Mazlum Dogan bi bîr bîne, wekî yên di hundir de gotin 'Berxwedan jiyan e', ez jî di vê rêyê de ji bo rojnameyê çi ji destê min tê dikim."