ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parlamentoya Iraqê biryara derketina leşkerê Tirk a ji Iraqê da
Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya îro de ji bo nerazîbûna li dijî leşkerên Tirk û derxisina hêzên Tirkiyey ji Iraqê bi 7 xalan biryar dan. -
Di serdegirtina Ozgur Radyo de 16 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên ku bi ser avahiya Ozgur Radyoyê de girtin 16 kes binçav kirin. -
Ji bo nûçegihana JINHA’yê 15 meh ceza
Ji bo nûçegihana JINHA’yê Fîlîz Zeyrek 15 meh cezayê girtîgehê hate dayîn. Dadgehê hikmê înfazê taloq kir. -
Parlamenterên Iraqî: Divê tevahî têkîliyên bi Tirkiyeyê re bêne qutkirin
Parlamenterên Iraqî xwestin ku Sefîrê Tirkiyeyê ji Iraqê bê derxistin û Sefîrê Iraqê jî were kişandin. -
TGS: Em xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derkevîn
TGS, piştî girtina qenalê wan û radyoyan û serdegirtina polîsan a avahiyan şermezar kir,bang li her kesê kir ku xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derkeve. -
Polîsan avêtin ser Ozgur Radyo û xebatkar binçav kirin
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya Ozgur Radyo. Polîsan deriyê avahiyê şikandin û xebatkarên radyoyê bi lêdanê binçav kirin. -
RTUK: Ji ber ku gef li ewlekariya milî dixwarin, hatin girtin
RTUK'ê biryara girtinê bi rêya nivîsekê ji qenalên televîzyon û radyoyê yên hatin girtin re şand. Di nivîsê de tê gotin, "Ji ber ku gef li ewlekariya milî dixwarin hatine girtin." -
Encamên kombûna 16. a civata giştî ya KNK'ê
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), encamên kombûna 16. a civata giştî, ku di 1-2'ê Cotmehê de li Brukselê pêk anî, bi danezanekê eşkere kir. -
Polîsên Tirk ekranê ÎMC TV tarî kirin
Polîsên Tirk ên avêtin ser avahiya ÎMC TV, ekranê televîzyonê tarî kirin. -
Li hundir teror li derve bazarî - Selahattîn Erdem
"Tayîp Erdogan, ku hewldana cuntayê tepisand, niha dixwaze Lozana duduyan bispêre pergala global a kapîtalîst, wisa jî komareke nû ya AKP'ê saz bike. Ji bo vê jî li hundir terora dewletê dimeşîne, li derve jî bi pergala global re bazarê dike." -
Polîsan avêtin ser ÎMC TV
Polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya ÎMC TV. Xebatkarên ÎMC TV di weşana zindî de dirûşman diqîrin û faşîzma AKP'ê protesto dikin. -
Taşkiran: Ji bo televîzyonan divê her kes bikeve nav liv û tevgerê
Hevserokê Eyaleta NRW a NAV-DEM’ê Taşkiran diyar kir, bi girtina televizyonan wê ti encam bi dest ve neyê anîn, Kurd di van pêvajoyan de her carê bêhtir xurt dibin û bang kir, "li dijî vê helwesta faşîzan divê her kes bikeve nav liv û tevgerê." -
Polîsan avêtin ser avahiya televîzyona Hayatin Sesî
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya televîzyona Hayatin Sesî, ku bi Biryarnameya Xwedî Hukmê Qanûnî hatibû girtin. Polîs hê jî li avahiya televîzyonê ne. -
Welatiyên Îtalyayê piştgirî dan Ocalan û gelê Kurd
Welatiyên Îtalyayê, li dijî tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk çalakiyek lidar xistin û piştgirî dan Kurdan. -
Tecrîd li Dragûîgnanê hat vegotin
Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civîn hat lidarxistin. Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç beşdarî civînê bû. -
Li Bocholtê civîna gel
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer di civîna gel de axivî û got, "Li dijî gelê Kurd û mûxalîfan, pêvajoyeke mezin a tinekirinê hatiye destpêkirin." -
KE di bultena xwe ya çapemeniyê de cih da girtina Med Nûçe
Konseya Ewropayê (KE) di bultena xwe ya çaepmeniyê de cih da sekinandina weşana Med Nûçe, ku di encama zextên dewleta Tirk de şîrketa Eutelsatê weşand sekinand. -
Ji bo Şarik Apo li Bermenê serdanên sersaxiyê tên kirin
Ji bo hunermendê Kurd Şarik Apo (Abdûrrahman Seçer), ku ji ber nexweşiya kezebê jiyana xwe ji dest da, li mizgefta Şêx Seîd a li Bremenê serdanên sersaxiyê tên kirin. -
Di lêpirsîna Redhackê de pîvana bêgunehiyê tê binpêkirin
Parêzerê kesên di lêpirsîna Redhackê de hatine binçavkirin Firat Dûrak got, temamiya muwekîlên wî yên hatine binçavkirin, beriya çend salan di lêpirsîna Redhackê de beraat kiribûn. -
YRD: Divê gelên me xwedî li saziyên xwe derkevin
Koordînasyona YRD'ê bang li gel kir, ku li dora saziyên çapemeniyê yên mûxalîf û alternatîf li hev bicive û got, "Em bang li gelên xwe dikin, ku xwedî li saziyên xwe derkevin." -
Girtina Med Nûçe TV li Hildesheim hate protestokirin
Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê girtina Med Nûçe TV hate protestokirin. -
Li Munîh û Kopenhagê girtina Med Nûçe TV hate protestokirin
Girtina Med Nûçe TV, li bajarê Munîh ê Elmanyayê û paytexta Danîmarka Kopenhagê hate protestokirin. -
Nîjatperest deqa xwe li pîrozbahiya Yekbûna Elmanya dixin
Di pîrozbahiyên îsal yên di salvgera yekbûna du ya Elmanyayan ku li Dresdenê pêk tê, bi xwepêşandanên nîjatperest û dijûnên dijî siyasetvanan rengekî cihê dide -
Rewşa Awarte 90 rojên din hate dirêjkirin
Cîgirê Serokwezîr Nûman Kûrtûlûş da xuyakirin ku Rewşa Awarte 90 rojên din hatiye dirêjkirin. -
Li Romayê reşkirina MED Nûçe hate protestokirin
Reşkirina weşana MED Nûçe a ku li ser zextên dewlata Tirk a li ser Seteleyta Eûtelsatê hate dawî anîn, li paytext Roma ya Îtalyayê hate protestokirin.