Girtina çapemeniya azad û mûxalîf hate şermezarkirin

Girtina çapemeniya azad û mûxalîf û tarîkirina ekranên Med Nûçe, bi xwepêşandanên girseyî hate şermezarkirin.

Girtina çapemeniya azad û mûxalîf û tarîkirina ekranên Med Nûçe, bi xwepêşandanên girseyî hate şermezarkirin.

GELSENKÎRCHEN: Li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê, Kurdistaniyan girtina çapemeniya azad û mûxalîf bi xwepêşandanekê şermezar kirin. Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinê ya Gelsenkîrchenê û Komîsyona Jinê ya Komeleya Alternatîf ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, zarokan wêneyên Zarok TV hilgirtin. Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan, faşîst Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" qîriyan.

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Meclîsên Jinê yên Amara, Nûjîn û Sara, girtina Med Nûçe û çapemeniya mûxalîf, şermezar kirin. Di axaftinan de hat ragihandin, azadiya nûçegirtinê nikare bê astengkirin û hat gotin, piştî zîhniyeta yek ziman, yek welat, yek alê, Erdogan niha jî hewl dide yek çapemenî, yek qenalê bafirîne. Qisekeran destnîşan kirin, ku gel ti carî bê alternatîf nînin û wê AKP nikaribe gelan bêdeng bike. Di çalakiyê de ji bo Med Nûçeyê banga çalakiyan hat kirin. Çalakgeran her wiha bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

HAMBÛRG: Jinên Kurd ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, girtina Med Nûçe şermezar kirin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, li semta Altonayê pêk hat. Li qada çalakiyê axaftin hat kirin û hat ragihandin, ku weke jinên Kurd ew ê ti carî serî li ber polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewleta Tirk netewînin. Hat destnîşankirin, ku dewletên Ewropayê di mijara binpêkirina mafê çapemeniya azad de hevparê sûcê Tirkiyeyê ne. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û AGÎF'ê li ber HBF'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Cano Yildiz axivî. Yildiz got, "Di serî de dengê zarokên Kurd Zarok TV ji çapemeniya me ditirsin û hewl didin bêdeng bikin. Weke gelê Kurd em ê serî li ber vê netewînin û li qadan bin." Di çalakiyê de belavok hat xwendin û belavkirin.

...