ROJANE
Hemû Nûçe
-
Plana TC a li ser Mûsilê
Piştî ku dewleta Tirk di 1'ê Cotmehê de tezkereya operasyona li derveyî sînor derxist, hikûmeta Iraqê bersiveke tund da. -
MSU li ber girtina medya mûxalîf û azad rabû
MSU têkildarî zextên li çapemeniya azad û mûxalîf tên kirin daxuyaniyek weşand û got, "Bi her rê û rêbazê hewl tê dayîn dengê mûxalefeta demokratîk were birîn û rejîmeke ji yek tîpî, antî demokratîk û otorîter were avakirin." -
KCDK-E: Em nehêlin televîzyonên Kurdan bên girtin
KCDK-E: Xwedîderketina li qenalên televîzyonê yên Kurdan, erka esasî ye. Îro TV'yan digirin, wê sibê qirkirinê bikin, dusib gefê li jiyana Serok Abdullah Ocalan bixwin. -
'Zexta komplokeran me hê bêhtir bi azadiyê ve girê dide'
Kurdistaniyan, di salvegera 18. de komploya navneteweyî nirxandin û gotin, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna wan bidome. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Moskowayê hat şermezarkirin
Kurdên li Moskowayê dijîn, di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li Mala Kurdan li hev civiyan. -
Li Swêdê, civînên li ser tecrîdê
Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, li bajarên Stockholm, Gavle, Borlange û Goteborg ên Swêdê tevlî civînên gel bû û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna hiqûqî a li dijî tecrîdê, agahî da Kurdistaniyan. -
Li Viyanayê komplo hate protestokirin
Li paytext Viyana ya Awûstûryayê Kurd û dostên wan komploya 9’ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê protesto kirin. Her wiha di mîtîngê de tarîkirina weşana çapmeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Adîgeyê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adîgey a Rûsyayê dijîn, komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Hanim Mamedova di civînê de axivî û wiha got: “Hêzên ku îro li hember tecrîd û êşkenceyê bêdeng dimînin, hevkarê sûcê qirkirina Kurdan in.” -
Şehîdên aştiyê di savlgera pêşî ya komkujiya Enqerê de hatin bibîranîn
Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê di salvgera pêşî ya Komkujiya Enqerê deli Meydana Îskelê ya Kadikoyê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. -
Li Kasselê komplo hate protestokirin
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên li ser çapemeniya azad û muxalîf bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Li Edeneyê polîsan zarokek bi giranî birîndar kir
Li Edeneyê polîsan êrîş bi ser ciwanên ku komploya 9’ê Cotmehê portesto dikirin, zarokê bi navê Omer Onen ê 15 salî giran birîndar bû. -
Newroz TV bertek nîşanî biryara Eutelsatê da
Edîtora Newroz TV bertek nîşanî biryara Eutelsatê da û diyar kir, ew biryarê şermezar dikin û ew ê tim li pey rastiyan bin. -
Engîn: Ruhê Che di têkoşîna gerîlayên Kurdistan de dijî
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn diyar kir ku têkoşîn û ruhê Che di têkoşîna gerîla de dijî û got, "Hemû kesên ku Che ji xwe re mînak digirin divê berê xwe bidin qadên gerîla." -
HDP: Peywira me ya ji bo şehîdên aştiyê ew e ku em aştiyê pêk bînin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar kir peywira wan a bingehîn a ji bo kesên ku di êrîşa gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dayin pêkanîna aştiyê ye. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Atîna û Arnhemê hat şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat şermezarkirin. -
Eutelsat weşana Newroz TV jî disekinîne
Eutelsatê biryar da weşana Newroz TV jî bisekinîne. Newroz TV bi giranî ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weşanê dike. -
Zêdeyî 10 hezar Elman û Kurd ji bo aştiyê li Berlînê meşiyan
Zêdeyî 10 hezar kesên tevlî çalakiya aştiyê ya li paytexta Elmanya Berlînê bûn, bi qîrîna dirûşmên "Na ji şer û rakirina çekê re" "Erê ji aştî û diyalogê re" meşiyan. -
Ji bo Ocalan li Novara û Rennesê çalakî hatin lidarxistin
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, li bajarê Novara yê Îtalyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. -
Ji 9'ê Cotmehê heta 15'ê Sibatê çi qewimî?
Tê zanîn, komplo ji aliyê DYA, Îsraîl û Îngilîstanê ve di bin koordînatoriya DYA de hatiye meşandin û Yekîtiya Ewropayê, paşverûtiya Rojhilata Navîn-Ereb, hêzên mêtînger û nokerên Kurd jî tevlî bûne. -
Li Dormûndê ji bo azadiya Ocalan meş
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de bi dirûşman azadiya Ocalan hate xwestin. -
Komplo li Romayê hate protestokirin
Li paytext Roma ya Îtalyayê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin. -
Li Kolnê bi hezaran kesî komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd ê Elmanyayê (JJK-E) bi beşdariya hezaran kesî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çalakiyek hate organîzekirin. -
Li Nannoverê, 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinan a Ronahî, Ciwanên Azad, YXA, PYD û rêxistina çep a Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin. -
Li Hambûrgê komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hate şermezarkirin
Meşa ku di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn saet 16:00’an de li Hachmannplatz destpê kir. -
Li Kopenhangê 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Li paytext Kopenhang a Danîmarkayê 9’ê Cotmehê komploya navneteweyî bi meş û mîtîngekê hate protestokirin. Her wiha di mîtîngê de biryara reşkirina welanên çapmeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin.