Bûrç: Çi dibe bila em ê bêdeng nemînin

Koordînatorê Giştî yê ÎMC Bûrç diyar kir, girtina radyo û televîzyonan nîşaneya destpêkirina êrîşeke mezin e û got, ew ê bêdeng nemînin û li ber xwe bidin.

Koordînatorê Giştî yê ÎMC TV Eyup Bûrç, girtina 23 qenalên televîzyon û radyoyê ku televîzyona wan jî di nav de ye, ji ANF'ê re nirxand.

'NÎŞANEYA DESTPÊKIRINA ÊRÎŞEKE MEZIN E'

Bûrç da xuyakirin, ku ji sala 2007'an û vir ve ew di nava projeya ÎMC TV de ye û got, "Di sala 2007'an de ji bo em li Tirkiyeyê qenaleke medyayê ya demokratîk vekin, ketin nava tevgerê. Me gelekî nîqaş kir û di 1'ê Gulana 2011'an de dest bi weşanê kir." Bûrç anî ziman, weke ÎMC TV di nava 5.5 salan de wan hewl dane bibin dengê bindestan û diyar kir, bi girtina ÎMC û weşanên din ên mûxalîf re, ev beşa civakê hatiye sansurkirin. Eyup Bûrç girtina 23 qenalên mûxalîf ên televîzyon û radyoyê weke 'nîşaneya destpêkirina êrîşeke mezin' bi nav kir û anî ziman, ku pêkane li dijî hêzên demokratîk pêleke mezin a girtinê dest pê bike.

'EM Ê KARÊ XWE BIDOMÎNIN'

Bûrç da zanîn, hikûmetê qîma xwe bi girtina saziya wan a weşanê nanîne, dest jî danîne ser alavên wan û got, "Ji xwe di mijara diziyê de ti pirsgirêka wan nîne." Bûrç ragihand, darbeyên li Tirkiyeyê herî zêde tehde li hêzên demokratîk kirine û destnîşan kir, ku li dijî vê sansura kêfî û talanê, ew ê rêyên hiqûqî bi kar bînin û li ber xwe bidin. Bûrç da xuyakirin, ku di bin sîwana weşana ÎMC TV de gelek şîrketên produksiyonê hene û diyar kir, heta saziyeke din a weşanê ava bikin, ew ê karê xwe li van deveran bidomînin.

'YEK DIÇE, DU TÊ'

Koordînatorê Giştî yê ÎMC TV Eyup Bûrç destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe ew ê bêdeng nemînin û bibîr xist ku ew di serdema teknolojiyê de dijîn, lewma ew ê rêyekê bibînin ji bo xwe bigihînin temaşekeran. Bûrç got, "Di vî warî de gelek ciwanên me hene, ku xwedî huner û tecrûbeyê ne. Yek diçe, du tê."