Li Freîbûrgê ji bo televîzyona hatî girtin hewldan

Li Freîbûrgê jinên Kurdistanî têkîldarî girtina televîzyon û radyoyan bi rayedarên SWR TV re civiyan.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, heyeta ku ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Nûda ji bo balkişandina ser girtina televîzyon û radyoyên Kurd serdana televîzyona SWR’ê kirin.

Heyeta ku li ber SWR’ê kom bû, bi rayedaran re civiya, têkîldarî sansur û girtina weşanên qenalên Kurd ên ji hêla AKP’ê û bi desteka şîrketa Eûtelsatê agahî parve kirin. Heyetê, her wiha dosyayek jî radestî rayedaran kir.

Heyetê diyar kir ku azadiya çapemeniyê mafekî bingehîn e, ti kes nikare bi awayekî keyfî binpê bike û destnîşan kir ku di serî de dezgehên çapemenî weşanê yên Ewropayê, divê tevahî raya giştî bi hestiyarî nêz bibe. Rayedarên SWR’ê jî gotin ku wê şopdarê vê mijarê bin û bi awayekî rast û bêalî ji raya giştî re ragihînin.

 

...