Tecrîd û êrîşên AKP'ê li Yewnanîstanê tên şermezarkirin
Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn, tecrîda li ser Ocalan, desteserkirina şaredariyan û êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin.
Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn, tecrîda li ser Ocalan, desteserkirina şaredariyan û êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin.
Meclîsa Gel a li Yewnanîstanê biryar da, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, desteserkirina şaredariyên DBP'yî û girtina qenalên televîzyonê û radyoyê yên mûxalîf û Kurd, li paytext Atînayê 4 rojan çalakiyan lidar bixe.
Çalakiya destpêkê li meydana Syntagma ya li pêşiya parlamentê duh pêk hat. Kurdistaniyan stant vekirin, belavok belav kirin û pêkanînên darbekar ên AKP/Qesrê şermezar kirin.
Di çalakiyê de şîrketa Eutelsatê jî hat şermezarkirin, ku li ser daxwaza dewleta Tirk weşanên Med Nûçeyê sekinand.
Meclîsa Gel bang li Kurdistaniyên li Yewnanîstanê dijîn kir ku her roj saet di navbera 15:00-21:00 de li meydana Syntagma bin.