Şehîd Erdal Nîştiman li Essenê hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Erdal Nîştiman (Engîn Çetîn) yê di sala 2019’an de bi du hevrêyên xwe re li Bedlîsê şehîd bûbû, li Essenê hat bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Erdal Nîştiman (Engîn Çetîn) yê di sala 2019’an de bi du hevrêyên xwe re li Bedlîsê şehîd bûbû, li Essenê hat bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Erdal Nîştiman (Engîn Çetîn) yê di 23’yê Adara 2019’an de bi du hevrêyên xwe re li Bedlîsê şehîd bûbû, li Essenê hat bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê şehîd Erdal Nîştiman û Rêber Apo hatin daliqandin. Malbata şehîd û gelek Kurdistanî tevlî merasîma bîranîNê bû.
Li ser navê malbata şehîd axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser têkoşîna şehîd.
Li ser navê KOMAW’ê jî Cahîde Goyî axivî û şehîd Erdal Nîştiman bi bîr anî. Goyî endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ê duh jiyana xwe ji dest da jî bi bîr anî û sersaxî ji malbata wî û DEM Partiyê re xwest.
Piştî axaftinan dokumantera li ser şehîd Erdal Nîştiman û şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.