Li Strasboûrg û Viyanayê li dijî biryara Eûtelsatê çalakî
Li dijî rawestandina weşana Med Nûçe TV ya ji hêla şîrketa Fransî Eûtelsatê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Li dijî rawestandina weşana Med Nûçe TV ya ji hêla şîrketa Fransî Eûtelsatê, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
STRASBOÛRG
Kurdistaniyên ku danê êvarî li ber Place Kléber a li navenda bajarê Strasboûrgê kom bûn, girtina qenalên Kurdan ên bi zextên AKP’ê û bi hevkariya Eûtelsatê pêk hat, şermezar kirin.
Çalakvanan dowîzên ku Eûtelsatê û dewleta Tirk şermezar dikin rakirin.
Di çalakiyê de Rojnamevanê Kurd Huseyîn Elmali axivî, bi bîr xist ku qenalên Kurdan ji ber rastiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê parve dikirin ji hêla hikûmeta AKP’ê hatin girtin. Elmali, destnîşan kir ku Eûtelsatê di heman pêvajoyê de li Ewropayê weşana Med Nûçe TV rawestandin, ev jî ne rast bû.
Çalakî bi dirûşm û bangên destekê bi dawî bû.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî di serî de bi zexta AKP’ê rawestandina weşana Med Nûçeyê ya ji hêla Eûtelsatê û di serî de ÎMC TV, Hayat TV, TV 10 û Zarok TV, biryarên girtinê yên li ser çapemeniya Kurd û mûxalîf hate protestokirin.
Bi sedan Kurdistaniyên ku li ber Sefîrxaneya Fransa ya li Viyanayê kom bûn, tevî barana zêde û sermayê jî dewleta Tirk û şîrketa satalaytê Eûtelsat protesto kirin. Kurdistaniyên ku heta ber parlamentoyê meşiyan, li vir daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “qenalek diçe, hezar tên. Bi desteka gel qenalên nû tên vekirin”, peyam hate dayîn ku wê li hember zextan berxwedan bidome.