Li Berlînê bîrdariya Komkujiya Dersimê hat vekirin
Li Berlînê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dersimê ya di sala 1937-1938’an de hatin qetilkirin, bîrdariya komkujiyê “tertele” hat vekirin.
Li Berlînê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dersimê ya di sala 1937-1938’an de hatin qetilkirin, bîrdariya komkujiyê “tertele” hat vekirin.
Di 4’ê Gulana 1937’an de bi biryarnameya “Biryarên Tenkîlê yên Dersimê” ya lijneya wezîran a meclîsa dewleta Tirk hat destpêkirin. Li Parka Blucher a li taxa Kreuzberg a Berlînê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dersimê ya di sala 1937-1938’an de hatin qetilkirin, bîrdariya komkujiyê “tertele” hat vekirin.
Di vekirina bîrdariyê de Şaredarê Friedrichshain-Kreuzberg Clara Herrmann, Wezîrê Çandinî û Xwirekê yê Elmanyayê Cem Ozdemîr, hunermend Ezgî Kilinçaslan, dîrokzan, civaknas, hunermend û nûnerên saziyan tevlî bûn.
Bîranîn bi şîara “Em bi bîr tînin, tê bîra me, û em bîra çandê dixwazin” û bi Gulbangê dest pê kir.
Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê yên Ewropayê Kemal Karabulut bal kişand bi ser pêvajoya çêkirina bîrdariyê û spasiya kesên keda wan tê de heye kir.
Şaredarê Friedrichshain-Kreuzberg Clara Herrmann bi bîrxist ku gelek mirov ji Dersimê hatin Kreuzbergê û got: “Ne tenê kel û pelê xwe bi xwe re anîn, çand û bîranînê xwe yên pîroz jî bi xwe re anîn. Ev çîroka hevpar ya me. Ji ber vê yekê îro em li virin.”
Wezîrê Çandinî û Xwirekê yê Elmanyayê Cem Ozdemîr jî anî ziman ku hîna jî li Tirkiyeyê Komkujiya Dersimê di dîroka fermî de tê berovajî kirin û got: “Hêrsa Dersimê îro li Kreuzbergê bi me re ye. Navên daristanên sor hatine rakirin. Ên li ber xwe dan hatin qetilkirin, ên li ber xwe nedan jî hatin îteetkirin.”
Hunermend Ezgî Kiliçaslan jî axivî û bal kişand bi ser bîrdariyê.
Parlamenterê Dîe Lînkeyê Pascal Meiser anî ziman ku ev ne tenê meseleya Dersimê ye û got: “Li Berlînê nêzî 40 hezar Dersimî dijîn. Raboriya wan li Dersimê ye lê koka wan li Kreuzbergê ye. Di Komkujiya 1938’an de tenê nehatin kuştin, hat xwestin ku ziman, bawerî û çandê ji holê rakin.”
Parlamenterê Dîe Lînke Gokay Akbulut jî got ku para Elmanyayê jî di komkujiyê de heye.
Parlamenterê Dîe Lînke Ferhat Koçak jî anî ziman ku ji birînê hîna jî xwîn diherike.
Di bîranînê de Lêkolîner Doç Dr. Gulşah Stapel, Serokê Komeleya Çandê ya Dersimê Nurettîn Ertaş, parlamenter Hakan Demîr, Derhêner Gulsel Ozkan, Nivîskar Celal Yildiz, Parlamenterê Eyaleta BerlîNê Sevim Aydin, Komeleya AGADEKA û Endamê Konseya Gel Dimitros Constantinidis, Dîroknas Prof. Dr. Taner Akçam, Civaknas-nivîskar Prof. Dr. Tassa Hoffman, Serokê Civaka Elewiyan a Berlînê Dr. Yuksel Ozdemîr û Serokê Komeleya Çandê ya Dersimê Muslum Karadaş axivîn.
Piştî vekirina bîrdariyê Rençber, Punara Ma û Îmam Ozgul stran gotin.