ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Yuksekdag carekî din biryara ‘Bi zorê bînin’
Ji bo Yuksekdag, di rûniştina doza ku li Rihayê di derbarê wê de hatî vekirin carekî din biryara ‘Bi zorê bînin” hate dayîn. -
Li Mûsilê 20 endamên eşîrekê hatin kuştin
Hat ragihandin ku li Başûrê Mûsilê bi ‘Şaştî’ di encama bomberdûman kirina endamên eşîrekê de herî kêm 20 kes hatine kuştin. -
TV 10: Wê têkoşîna me heta dawiyê dewam bike
Li ser navê Serokê Desteya Rêveber a TV 10 Velî Buyukşahîn têkildarî zext û zordariya li ser çapemeniyê got, ‘’Dengê heq û heqîqetê nikare were birîn’’ -
Mamosteyên Egîtîm-Sen’ê: Em dest venakin û em ê li ber xwe bidin!
Mamosteyên Egîtîm-Sen’ê xwedî li hevalên xwe yên ku karê wan hatiye sekinandin derketin û gotin, ‘’Mamoste lava nakin, dest venakin’’ û peyam dan ku ew ê li qadan li ber xwe bidin. -
Şaredariya Soderhamnê piştgiriya xwe ya ji bo Nisêbînê xurt dike
Şaredariya Soderhamnê piştgiriya xwe ya ji bo Şaredariya Nisêbînê ku ‘şaredariya destbira’ bû xurt dike. -
Ji bo Îlham Çomak dîsa cezayê heta hetayê hate dayîn
Di doza nû ya Îlham Çomak ê ku ev 22 sal bû girtî de dîsa cezayê “Heta hetayê” hate dayîn. -
Doza siyasetmdarê Êzîdî Dudar li Hambûrgê dest pê kir
Rûniştina doza siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar hate pêkanîn -
Ozgur Radyo: Em ê dîsa werin, li benda me be Stenbol
Kedkarên Ozgur Radyoyê, li dijî girtina radyoya xwe û êşkeceya ku duh ji aliyê polîsan ve li ser wan hatin kirin protesto kirin. Kedkarên radyoyê wiha gotin: “Em ê dîsa werin, li benda me be Stenbol.” -
Dest danîn ser pasaporta Yildirim û Başlangiç
Tevî biryara ku “nikarin dest danin ser” lê dest danîn ser pasaporta Başlangiç û Yildirim. Derketina derveyî welat a her du rojnamevanan hate astengkirin. -
Girtina Med Nûçe li Dûsseldorfê hate protestokirin
Di çalakiya ku li Parîsê ji bo qetilkirina her 3 jinên şoreşger hate lidarxistin de, girtina Med Nûçe jî hate protestokirin. -
Yarbayê DYA’yî: Hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê îllegal e
Yarbayê DYA’yî Dorrîan, ji ber hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê nerazîbûn nîşan da û got ev îllegal e. Parlamentoya Iraqê jî diyar kiribû ku dewleta Tirk dagirker e. -
Polîsên Tirk careke din avêtin ser TV 10
Polîsên Tirk, ku duh bi şev avêtin ser TV 10 û mohr li odeya rejiyê xistin, tevî ekîbên maliyeyê cara duyemîn avêtin ser avahiya televîzyonê. Tê gotin, ev serdegirtin ji bo mohrkirina avahiya televîzyonê hatiye kirin. -
'Faşîzma AKP-DAIŞ'ê kabûsa Tirkiyeyê ye'
Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî: Aqûbeta nokerên xwe berdane nava gel, wê mîna aqûbeta faşîzma AKP-DAIŞ'ê be. -
'Biryara girtina saziyên çapemenyê ji bo bêdengkirina gelan hatiye dayîn'
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, têkildarî zextên li çapemeniya azad û mûxalîf tên kirin, daxuyaniyek weşand û got, "Ev biryara li dijî medyayê, ji bo bêdengkirina dengê gelan, sosyalîst û demokratan hatiye standin." -
Girtina qenalên mûxalîf hat şermezarkirin
Êrîşên li dijî çapemeniya azad û mûxalîf, li Elmanya û Swîsreyê bi xwepêşandanên girseyî hatin şermezarkirin. -
ÎHD, KESK, DÎSK û Roboskiyan nerazîbûn nîşanî girtina Med Nûçe dan
Rêxistinên civakî yên sivîl ên ji bo kar, ked û mafên mirovan li Tirkiyeyê têdikoşin, piştgirî dan Med Nûçe. Serokên ÎHD, DÎSK, KESK û Komeleya Roboskî biryara Eutelsatê şermezar kirin û banga têkoşînê kirin. -
Wê çapemeniya azad bêdeng nebe!
Kedkarên Çapemeniya Azad girtina dezgehên çapemeniya mûxalîf û azad û bi serdegirtinan binçavkirina rojnamevanan li Qada Galatasarayê protesto kirin. -
Polîsan bi ser avahiya TV 10 de girtin
Polîsan avête ser avahiya TV 10 a ku di derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn. -
Dîmen derket holê ku polîsên Tirk bi porên kedkarên Ozgur Radyoyê girtin û bi erdê re kaş kirin
Polîsên ku bi şikandina derî avêtin ser avahiya Ozgur Radyoyê, bi porê kedkarên radyoyê girtin û pey xwe kaş kirin. -
Lêpirsîna komedyenê Elman ku Erdogan doz lê vekiribû hate rawestandin
Dozgeriya Maînz têkildarî lêpirsîna bi gilhê Erdogan ku bi hinceta ‘heqaret li Erdogan’ kiriye li Elmanya ji bo Jan Bohmermann destpê kiribû, got, ji helbesta satîrîk a Bohmermann pêdivî bi darizandinê nîn e. -
Li Swêdê girtina Med Nûçe TV hate şermezarkirin
Piştî ku hikûmeta AKP û Tirkiyê li Kurdistanê 11 qenalên TV’yan girt û zext li ser Eutelsatê danî da ku Med Nûçe TV bigire, li Swêd û Borlangê û Goteborgê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Deriyê avahiya ÎMC TV jî hate mohrkirin
Deriyê avahiya ÎMC TV ya ku danê sibehê polîsan bi ser de girt jî hate mohrkirin. -
Hunermêndê Kurd Şakir Apo ku jiyana xwe ji dest daybû, ber bi gundê wî ve hate birêkirin
Ji bo hunermend Şarik Apo ku ji ber nexweşiyekê jiyana xwe dest da li Bremenê merasîmek hate lidarxistin û şandin gundê wî ku ji hêla dewleta Tirk ve gelek caran hatibû şewitandin. -
Partiya Çep a Fransiz nerazîbûnek tund li dijî Eûtelsatê nîşan da
Ji pêkhateya Eniya Çep (Front de Gauche) Partiya Çep (PG) daxuyaniyek da, bang kir ku ji civaka ku Erdogan û Eûtelsat dixwaze bi siyaseta zextê ava dike bibêjin ‘na’. -
DÎDF: Mebest bêdengkirina muxalefeta civakî û birîna dengê wê ye
DÎDF êrîşên Erdogan û desthilatdariya AKP’ê ya bi ser saziyên çapemeniyê de û mohr kirina wan şermezar kir û got, dixwazin rêveberiya faşîst û otorîter zal bikin.