ANALÎZ

Yek bi yek êrîşî zîhniyetên cihêreng kiriye

Cemîl Bayik: Rastiya dewleta Tirk a qatlîamker bi girtina van qenalan ve xwe daye dest. Dawiya dawî dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê wê ji ber van sûcên xwe bên darizandin.

Gotara Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ku di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de hat weşandin, bi vî rengî ye:

"Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve ji bo ku li Tirkiyeyê li gorî xeta xwe sazûmaniyeke dewleta faşîst pêk bîne; gotin di cih de be; bû wekî hêzeke provokasyonê. Kê kiribe yan jî bi destê kê hatibe kirin bila be lê kesên ku hewl dan vê darbeyê pêk bînin di dîroka Tirkiyeyê de bûn hêza herî mezin a provokasyonê. Darbeyeke faşîst a rasteqîn di 15’ê Tîrmehê de pêk hatiye. Li Tirkiyeyê îro roj darbeyeke ji hemû darbeyên leşkerî yên faşîst mezintir tê pêkanîn. Di roja me ya îro de ku êdî li dinyayê darbeyên leşkerî pêk nayên û desthilatdariyên faşîst wekî sedsala 20’emîn ne li ser hikm in, darbeyeke faşîst encax bi vî şeklî were kirin. Erdnîgariya ku Tirkiye lê ye, têkoşîna bi dehan salan a ji bo demokrasiyê li Tirkiyeyê tê pêşxistin û têkiliyên ku bi Ewropayê re evqas pêşxistiye û nikare bibire jî dema mirov ev li ber çavan bigire derbeyeke faşîst encax bi vî rengî dikare bê kirin. Heta tiştên ku cuntayên leşkerî nekirin, nekarîn bikin û nedikarîn bikin jî, hemû pêkutî û zextan ew pêk anîn û pêk tînin.  

Kesên ku ji ber hewldana darbeyê û yên wekî Fetullahî tên bi nav kirin û hatin girtin, em danin aliyekî li Tirkiyeyê di ti demên darbeyên leşkerî û desthilatdaran de bi qasî serdema hikûmetên AKP’ê siyasetmedar, demokrat û welatparêz nehatine girtin. Di nav 5 salên dawî de hejmara kesên hatine girtin bi serê xwe ji serdema kesên ku di demên darbeyan de hatine girtin bi zêdebarî derbas kiriye. Di salên 1990’î de dixwestin bi şewitandina gundan têkoşîna gerîlayan têk bibin, îro roj jî bi rêya şewitandin û rûxandina bajaran dixwazin konsepta têkibirina gerîla û Tevgera Azadiyê bibin serî. Şerekî ewqas qirêj û neheq dimeşînin ku ji bo zilma dikin neyê dîtin ji bilî çapemeniya hevkar û alîgir hemû çapemenî bêdeng kirine. 

Televîzyoneke zarokan, televîzyoneke ku bi Kirmanckî weşanê dike û televîzyoneke ku bûye dengê civaka Elewî girtin. Dema mirov li girtina van televîzyonan dinêrin, careke din derdikeve holê ku bê ka desthilatdariya AKP’ê çiqas dijminahiya Kurdan dike û tehemûla xwe ji ti cihêrengiyê re tine ye. Bi girtina hin televîzyonên xwecihî û ÎMC TV’ê jî careke din derxistiye holê ku AKP ji bilî dengê xwe tehemûlê ti dengekî muxalif nake. Desthilatdariyeke wiha ma ne faşîst be çi ye?

Ev êrîşa giran a li ser çapemeniyê îşaret pê dike ku ew ê êrîşên li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê zêdetir bibin. Tê fêmkirin ku ew ê bi vê yekê şerê psîkolojîk jî zêde bikin û pê re hewl bidin ku mejiyan şolî bikin. Ji bo ku zilma dike neyê dîtin, ji bo derewên wî dernekevin holê ewqas giran êrîşî çapemeniyê kir. Di demeke ku bi sedan rojname, televîzyon, radyo di xizmeta AKP’ê de ne, girtina çend televîzyon û radyoyên rastiyan tînin ziman ti wateyeke xwe ya din tine ye. Ev êrîşa li hemberî çapemeniyê îşaret pê dike ku di warê hişmendî û polîtîkayê de jî çiqas qels in. Jê ditirse ku yek du televîzyon, rojname û radyo hemû bingeha wan bihejînin û birûxînin. Radibe MHP û hêzên neteweperest hembêz dike ev jî nîşan dide ku bê ka çiqas di nav zeafiyeteke mezin de ye. Eger têkoşîneke cidî were meşandin, ketina wî jî ew ê wisa dirêj neajo. Desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze Kurdan û hêzên demokrasiyê têk bibe, ew ê bi saya têkoşîna demokrasiyê ya ku Kurd jî di nav de ne di demeke kin û kurt de were rewşa hilweşînê.

Zarok TV û JIYAN TV teqez ji ber dijminatiya li dijî Kurdan hatine girtin. Ji ber feraset û polîtîkaya asîmîlasyon ji zaroktiyê dest pê dike qenalên ku zarok zimanê xwe yê dayikê hîn bibin hatine girtin. Televîzyona ku bi Kirmanckî weşanê dike jî bi gotina 'Me li Çewlik, Amed û Dersîmê asîmîlasyon pêk anî, gel Kirmanckî ji bîr kiriye ev dîsa dixwazin vê zindî bikîn' hatiye girtin. Wekî tê zanîn Dimilî/Kirmanckî li cîhanê di nava zimanên ku ber bi tinebûnê ve diçin de ne. Dema ku ev ziman tê tinekirin zindîkirin û rakirina li ser piyan a ji aliyê televîzyonekî ve tehamûl nekirin. Yên ku temaşe kirine dibêjin ku qerekterî siyasî yê vê qenalê tine ye. AKP partiyeke çawa derewîn û partiyekî şerê taybet e careke din derketiye holê. Çewlik a ku yek ji bajarê ku herî zêde deng girtiye, li vir dengê gel û hestên gel qut kiriye, kilît lê daye.

TV 10 çima hat girtin? Eger weşangeriya ku ev qenal dike televîzyoneke din bikira wê nehata girtin. Qenala ku tenê têkîldarî Elewiyan bernameyan çêdike û mijarên ku Elewî eleqedar dibin nîşan dide çima tê girtin? Dixuye ku ev qenala Elewiyan ji ber ku Elewiyekî ku wekî ew dixwazin nîne hatiye girtin. Çima Zorak TV hat girtin hûn ji kîjan Kurdî bipirsin dikare bibersivîne. Ji ber ku  pêşiya asîmîlekirina zarokan hinekî hat girtin! Pêkanînên li dijî çapemeniyê yên di demên dawî de rastiya desthilatdariya AKP’ê bi her awayî raxistiye ber çavan. Kum ketiye û keçel derketiye holê.

Selahattîn Demîrtaş gotiye ku hem Zarok TV digirin, hem JIYAN TV digirin piştre jî nezanîna min a Kurdî pirsyar dikin. Rast gotiye, Selahattîn Demîrtaş ê ku ji Zazayên Çewlik-Amedê ye di vê rewşê de çawa asîmîle nebe? Di esasê xwe de piştî van pêkanînên desthilatdariya AKP’ê yên ku Dimilî/Kirmanckî daxivin, hemû Elewî dikarin  ku li hemberî wan qirkirina çandî tê meşandin li Tirkiyeyê û derve dozê vekin.

Rastiya dewleta Tirk a qatlîamker bi girtina van qenalan ve xwe daye dest. Dawiya dawî dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê ji ber van sûcên xwe wê bê darizandin.

Di vê rewşê de peywira bi xurtkirina têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê dikeve li ser milê Kurd, Elewî û hemû hêzên demokrasiyê."