Balûken, bi heyeta rêxistinên kedê re civiya
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, bi heyeteka ku ji nûnerên KESK, TMMOB û TTB’ê pêk dihat re civiya.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, bi heyeteka ku ji nûnerên KESK, TMMOB û TTB’ê pêk dihat re civiya.
Di hevdîtinê de ku li Meclîsê pêk hat, li ser navê heyetê Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen axivî, ji bo 1. Salvegera Qetlîamê ya Mîtînga Aştiyê ku 10’ê Cotmeha 2015’an li Enqereyê pêk hatibû, di serî de hevserokên HDP’ê, tevahî HDP’iyan dawet kir.
Balûken jî got; “Qetlîma 10’ê Cotmehê, êrîşek yekser li dijî aştî, têkoşîna kedê û azadiyên li Tirkiyeyê bûn. Di qetlîama herî mezin a dîroka Tirkiyeyê de me 100 canê xwe ji dest da. Em mîna şehîdên demokrasî û aştiyê li wan dinêrin.”
Balûken ji ber heta îro jî lêpirsînek mezin nehatiye meşandin, di lêpirsînê de biryara veşartîbûnê heye, hêzên pişt qetlîamê nehatine ronîkirin, rexne kir, diyar kir ku pêwîst e demildest ev şerma ji holê bê rakirin û bi her awayî jî ev qetlîam bê ronîkirin.
Balûken wiha dawî li axaftina xwe anî; “10’ê Cotmehê wek HDP’ê em ê bi nûnertiyek xurt tevlî bibin. Ev divêtiyek li beramberî mîrateya şehîdên me yên aştî û demokrasiyê ye. Em dixwazin banga tevlîbûnê bikin.”