Avesta: Pêngav pêngava azadkirina Rêber Apo ye

Avesta destnîşan kir, ku heta Ocalan azad nebe, wê her tim di nava xeteriyê de be û got, "Lazim e em li dora Rêber Apo bicivin û berxwedanek mezin nîşan bidin. Pêngav pêngava azadkirina Rêber Apo û misogerkirina azadiyê ye."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta tevlî bernameyeke Radyoya Dengê Kurdistanê bû û bûyerên di rojevê de nirxand. Avesta got, "Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên li Kurdistanê dijîn, divê li hemberî faşîzmê serî rakin û li ber xwe bidin. Xwedî li sazî, destketî, hebûn, deng, çand û zimana xwe dekevin. Di serî de jin û ciwan, hemû demokrat û kesên naxwazin bi faşîzmê re bijîn, lazim e li dijî van kiryaran dengê xwe bilind bikin û eniya xwe mezintir bikin."

Avesta di destpêka axaftina xwe de kesên di komkujiya li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî, ji malbatan û gelên Kurdistanê re sersaxî xwest û hêzên komkujî pêk anîn şermezar kir. Avesta da xuyakirin, ku weke gelên Kurdistanê ew di pêngaveke dîrokî de ne û wiha dewam kir: "Li aliyekî girtin, desteserkirina saziyên demokratîk, li aliyê din jî operasyonên hewayî û bejahî li dijî hêzên gerîla tên kirin." Avesta anî ziman, ku bi êrîşên demên dawî re hewl tê dayîn hemû destketiyên gelan ji holê werin rakirin.

'ARMANCA DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA TEVAHIYA HERÊMÊ YE'

Avesta bal kişand ser êrîş û armancên dewleta Tirk û got, "Zêdeyî sal û nîvek e li ser Rêber Apo tecrîdeke mezin heye. Tevî di encama têkoşîn û berxwedaneke mezin de dewlet neçar ma bihêle birayê wî hevdîtinê pê re bike, tecrîd hê jî giran e. Ev hevdîtin jî lîstikek bû. Di roja ku hevdîtin pêk hat de, AKP'ê dest danî ser 24 şaredariyên li Kurdistanê." Avesta da xuyakirin, ku rewşa Ocalan di xeteriyê de ye û got, "Piştî hevdîtinê careke din ti agahî jê nehatiye girtin. Li aliyekî hevdîtin pêk hat, li aliyê din jî êrîşên xwe dewam dikin. Dewleta Tirk dixwaze tevahiya herêmê dagir bike."

'DEWLETA TIRK LI PÊŞBERÎ ÇALAKIYÊN GERÎLA TENGAV BÛYE'

Avesta di dewama axaftina xwe de işaret bi çalakiyên xurt ên gerîla kir û got, "Çalakiyên ji aliyê gerîla ve tên kirin, bandoreke xwe ya gelekî erênî heye. Dewleta Tirk li pêşberî çalakiyên gerîlayên azadiyê tengav bûye. Ji bo derewên dewletê dernekevin holê, çalakiyên gerîla neyên bihîstin û bandorê li pêvajoyê neke, dengê gelan qut dike. Sedema girtina çapemeniya azad jî ev e. Li Tirkiyeyê çapemeniyeke demokratîk a xweser nema ye. Çapemenî bi rengekî navendî bûye çapemeniya qesrê, bûye çapemeniya şerê taybet. Ev çapemenî xizmetê ji dewleta Tirk re dike û bi her awayî propagandaya li dijî gelan dike. Zimanekî şer bi kar tîne û bi hemû awayî dixwaze îradeya gelan bişikîne. Ev çalakiyên ku wan ji nedîtî ve dihatin, ji aliyê Med Nûçe û televîzyonên din ên çapemeniya azad ve dihatin deşîfrekirin û dîmenên wan dihatin weşandin. Dewleat Tirk dixwaze pêşî li vê bigire. Çalakiyên gerîla wê hê bi xurtî dewam bikin. Wê ti carî gelê Kurdistanê, gerîlayên azadiyê û tevgera azazadiyê ji xeta berxwedanê dernekevin. Berevajî wê asta têkoşînê bilindtir bikin. Li hemberî vê faşîzmê wê hê zêdetir bisekinin. Faşîzma AKP û dewleta Tirk wê careke din li bin guhê çalakiyên gerîla, vîna gelên Kurdistanê û têkoşîna hevbeş biqelibe."

'KOMPLO BI RENGEKÎ CÛR BE CÛR DEWAM DIKE'

Avesta qala komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê jî kir û destnîşan kir, ku ev komplo bi rengekî cûr be cûr dewam dike. Sozdar Avesta diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî, zext û zordariyê têkoşîneke mezin dimeşîne û wiha dewam kir: "Ji bo têkbirina destketiyên gelê Kurdistanê, hêzên komploker di 9'ê Cotmehê de li dijî Rêber Apo dest bi komployê kirin û hewl dan têkoşîna wî bisînor bikin. Rêbêr Apo ev 18 sal in di nava tecrîdekî girankirî de tê girtin. Tevî vê tecrîdê têkoşîn li dora Rêbêr Apo dewam kir. Tevgera azadiyê ti carî ji fikir û ramanê Rêbêr Apo dûr neke û li ser perspektîf, paradîgma Rêbêr Apo tekoşîna xwe mezin kir û li gelemperiya Kurdistanê bingeheke mezin çêkir. Armanceke vê tekoşînê heye. Bi vê armancê, tevgera azadiyê 40 sal in têdikoşe. Armanca vê têkoşînê azadiya gelên kurdistanê, statuya gelê Kurdistanê ye. Hemû gelên li herêmê dijîn, ji bo jiyaneke azad bi dest bixin, bigihêjin mafên xwe, fikir û ramanên Rêber Apo pejirandin û li dora wî li hev civiyan. Ew ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin. Ji perspektîf û hebûna wî ditirsin. Lewma komplo kirin. Komplo di sala 18'an de bi rengekî cûr be cûr dewam dike. Tecrîd hatiye girankirin. Gelê me dweke şiyara 'kes nikare roja me tarî bike' xwedî li Rêberê xwe derkeve û li dora Rêber Apo xelekê çêbike."

'HETA KU RÊBER APO AZAD NEBE, TIMÎ DI NAVA XETERIYÊ DE YE

Li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina dawî de da, Avesta da xuyakirin, ku ev peyam peyama berxwedanê ye û got, "Girîng gelê me bi rengekî rast, serketî û afirîneriyê peyama Serok Apo pêşwazî bike. Divê gelê me xwe sist neke. Em baş dizanin ku komployên dewleta Tirk gelekî zêde ne." Avesta destnîşan kir, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, ew her tim di nava xeteriyê de ye û got, "Lazim e em li dora Rêber Apo bicivin û berxwedanek mezin nîşan bidin. Pêngav pêngava azadkirian Rêber Apo ye, pêngava mezinkirina destketiyan, misogerkirina azadiyê û hesabpirsîna ji komplokeran e."

'CIVÎNA LI ŞERFEDÎNÊ, CIVAKA ÊZIDÎ TEMSÎL NAKE'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta provokasyonên li herêma Şengalê tên kirin jî nirxand û diyar kir, ku li dijî van provokasyonan divê hevgirtineke xurt çêbibe û çeperên têkoşînê werin xurtkirin. Di vê der barê de Avesta ev nirxandin kir: "Li herêma Şengalê provokasyon tên kirin. Hêzên ku Şengal radestî DAIŞ'ê kirin, civaka Êzidî radestî DAIŞ'ê kirin, niha hewl didin vê bazara qirêj careke din bikin Bi vê armancê gelek provokasyonan dikin. Berî niha bi çend rojan 2 pêşmergeyên dildar ên emrê wan mezin hat qetilkirin. Çawa hat qetilkirin, ji aliyê kê ve hat qetilkirin, kes pê nizane. Mîna çapemeniya dewleta Tirk, wan jî ev bûyer xistin stûyê tevgera azadiyê û di çapemeniya xwe de ev ragihandin. Lê ev jî bi ser neket. Di demeke kin de rûyê wan ê reş derket holê. Divê gelê me ji her alî ve li pêşberî van lîstikan hişyar be. Bi taybetî gelê me yê li Şengalê û gelemperiya Başûrê Kurdistanê, li pêşberî lîstikên PDK û dewleta Tirk hişyar be. Li dijî van lîstikan pêwîstî bi hevgirtineke mezin, bi têkoşîneke xurt heye. Fermanek li civaka me ya Êzidî rabû. Tevgera azadiyê ew parast û ji qirkirinê xilas kir. Hin kesên ku qaşo Êzidî ne, ne ji bo berjewendiyên Êzidiyan tevdigerin. Van kesan li ber mezargeha Şerfedînê ya li Şengalê daxuyaniyek dan. Di nava wan de lîderê Rûhanî Babê Şêx ê ku di nava civaka Êzidî de xwedî cihekî bilind e, bi rengekî şantaj û zorê li wir dan rûniştandin. Û li ser derketina tevgera azadiyê ji çiyayê şengalê daxuyanî dan. Dixwazin bêrûmetiyê li ser vê civakê ferz bikin. Daxuyanî û banga li Şerfedînê hat kirin, eleqeya xwe bi civaka Êzidî re nîne û civaka Êzidî temsîl nake. Di pêkhatina vê civîna li Şengalê û di pêkhatina komkujiya Hesekê de destê dewleta Tirk û hevkarên wê hene. Lewma divê ev rastî êdî bê dîtin. Girîng e gelê Kurdistanê, civakên bindest bi hemû awayî xwe baş zelal bikin. Çi dibe bila bibe, divê PDK xwe ji wan kiryaran dûr bixîne. Lazim e PDK li pêşberî dîrokê, li pêşberî gelan bi taybetî jî civaka Êzidî, rûreşiya xwe bibîne, lêborîna xwe bixwaze û destê xwe ji wê civakê vekişîne. Bi vê daxuyaniyê dixwazin tevgera azadiyê û civaka Êzidî bînin hemberî hev. Eegr li Şengalê li dijî tevgera azadiyê rewşek çêbibe, wê PDK û hevakarên wê ji vê berpirsyar bin. Lazim e rûyê xwe yê reş ê 3'ê Tebaxa 2014'an dubare nekin. Hê bi hezaran girtî di destê DAIŞ'ê de ne. Li şûna ku ji bo van girtiyan û civaka Êzidî tiştekî bikin, radibin daxuyaniyên bi vî rengî yên ji bo tevdana gel, didin. Ev daxuyaniyên hatine dayîn, cihê xwe negirtine û negihiştine armanca xwe. Em bang li civaka Êzidî dikin ku neyê van lîstikan, hevgirtina xwe mezin bike, rêxistina xwe mezin bike û xweparastina xwe bilind bike. Divê xwe li hemberî van lîstikan biparêze."

Avesta, qala Konferansa 2. Jinên Şengalê jî kir û anî ziman, ku dijmin ji jina rêxistinbûyî ditirse, lewma ewqasî êrîş dike û di nava komployan de ye. Avesta got "Ev hêz, ji îradeya jinê ditirse. Ji jina azad ditirse, ji jina têkoşer ditirse. Ji hevgirtin û yekbûna civakan ditirse."

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI BER XWE BIDIN'

Sozdar Avesta herî dawî bang li gel kir û got, "Divê dewleta Tirk û hevkarên wê vê baş zanibin; bi zilm, zor, tinekirin, qirkirinê wê nikaribin encamê bigirin. Ev gel gelê Apoyî ye, gelê berxwedêr e. Vî gelî tama azadiyê kiriye. Jinên ku bi dehan salan di bin zincîra koledariyê de man û weke metayekê hatin bikaranîn, îro bi azadiya xwe hesiyan. Jinan îro rêxistina xwe ava kirine û xwedî parastin in. Ciwanên azadîxwaz îro bi ruhekî fedayî têdikoşin. Dem dema berxwedanê ye, dema encamgirtinê ye, dema xwedîderketina li xwe ye. Li dijî faşîzmê têkoşîneke mezin tê meşandin. Divê ev destketiyên heyî baştir werin parastin, xwedî li sazî û dezgehan bê derketin, eniya demokrasiyê were mezinkirin, yekîtiya gelan bê xurtkirin û têkoşîneke bêhempa bê meşandin. Helwesta gelê Kurdistanê ya li dijî faşîzmê helwesteke gelekî girîng û pîroz e. Mixabin ev yek têrê nake. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên li Kurdistanê dijîn, divê li hemberî faşîzmê serî rakin û li ber xwe bidin. Xwedî li sazî, destketî, hebûn, deng, çand û zimana xwe dekevin. Di serî de jin û ciwan, hemû demokrat û kesên naxwazin bi faşîzmê re bijîn, lazim e li dijî van kiryaran dengê xwe bilind bikin û eniya xwe mezintir bikin."