Ji bo gerîlaya YJA Starê Hasîne Tekîn mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîlaya YJA Starê Hasîne Tekîn ku li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Seyhan a Edeneyê mewlûd hate dayîn.

Gerîlaya YJA Starê Hasîne Tekîn (Hêvîdar Berxwedan) di 12’ê Tebaxa 2024’an de li qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Malbata Hasîne Tekînê ji bo keça xwe mewlûd da. Malbatê, şîna xwe li Taxa Yeşîloba ya li navçeya Seyhan a Edeneyê danî û mewlûd da.

Nûnerên rêxistinên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) çûn serdana şînê û tevlî mewlûdê bûn.