Li Parîsê ji bo TV û radyoyên ku hatine girtin çalakî

Li paytext Parîs a Fransayê têkildarî êrîşên li ser çapemeniya azad û muxalîf bi Rojnamevanên Sînor Nenas re hevdîtinek hate kirin. Li pêşiya AFP’ê jî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Li paytext Parîs a Fransayê ji bo darbeya dewleta Tirk a li ser çapemeniya azad û muxalîf prostesto bikin li Parîsê li pêşiya avahiya Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP), şoreşgerên çep,saziyên çep û Buroya Rojnamevanên Sînor Nenas a Parîsê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Di saet 16:00’an de nûnerên û endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs, ACTÎT, ADHK-PARÎS û HDK-Fransa bi endamên Buroya Rojnamevanên Sînor Nenas a Parîsê re hevdîtin hate kirin, têkildarî êrîş û zextên girtina çapmeniya azad û muxalifan agahî dan.

Nûnerê Rojnamevanên Sînor Nenas wiha got: “Em şerê ku li Tirkiyeyê tên meşandin dişopînin. Di serê Mijdarê de wê heyetek ji me ji bo êrîş û girtinên li ser çapemeniya azad û muxalîf a ji aliyê dewleta Tirk ve hate pêk anîn bişopîne wê biçin Tirkiyeyê. Di heman demê de ji bo çapemeniya Fransa hewldanên dij demokratîk ên Tirk bigihîne raya giştî wê zextê li ser bide meşandin.”

Di çalakiya ku wêneyên logoyên TV û radyoyên ku hatin girtin hate bilindkirin dirûşma “Hûn nikarin dengê hejaran bêdeng bikin” qîr kirin ji pêşiya avahiya Rojnamevanên Sînor Nenas heta pêşiya avahiya Ajansa Nûçeyan a Fransa meşiyan û li vir daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya hate dayîn de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe yên li dijî TV û Radyoyên muxalîfên şoreşger û ronkbîr dewam dikin. Bi ser radyo û TV de digirin, avahiyên wan tên mohrkirin. Xebatkarên wan tên derbkirin û binçavkirin.

Li ser têkiliyên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û şirketa Eûtelsat a ku navenda wê li Fransayê ye dawî li weşana Med Nûçe anî.

Bi van êrîşan hewl didin ku dengê karker, kedkar, Elewî, Kurd, ciwan, Jinan bi kinahî dengê hemû hejaran qût bikin. Ev hemû êrîş ji bo ku rastî negihêjin gel. Çanda çapemeniya azad weke heta niha serî li ber kesê netewandiye û ji niha û şûn de jî natewîne. Çapemeniya azad wê ji niha û şûn de jî rastiyan ragihîne dengê karker, kedkar û gelan bigihîne cîhanê.” Bang li çapemeniya Fransa hate kirin ku li dijî bûyerên li Bakurê Kurdisanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin bi hestyar bin.

Çalakiya ku nêzî saetek û nîv dewam kir bi dirûşman bi dawî bû.

...