Eutelsat: Em li Tirkiyeyê hene; neçar in hevkariyê bikin

Dîrektorê Giştî yê Eutelsatê, ku li ser daxwaza rejîma AKP'ê weşana Med Nûçe sekinand, da xuyakirin, ku ew gelek qenalên li Tirkiyeyê diweşînin û li xwe mikur hat, ku ji ber li Tirkiyeyê hene, ev biryar girtine.

Dîrektorê Giştî yê Eutelsatê Rodolphe Belmer agahî da Komîsyona Aboriyê ya Senatoya Fransayê û careke din dubare kir ku biryara sekinandina weşana Med Nûçeyê li ser daxwaza RTUK'ê hatiye girtin. Belmer li xwe mikur hat ku ji ber li Tirkiyeyê jî dixebitin, 'neçar in bi rayedarên Tirk re jî hevkariyê bikin' û li xwe girt, ku wan biryara sekinandina weşana Med Nûçeyê li ser daxwaz RTUK'ê girtine.

Rodolphe Belmer got, "RTUK'ê ji me xwest, weşana qenaleke Kurd a li dijî qanûnên Tirk e, bisekinîne. Me jî ev kir. Biryara sekinandina weşanê, heta hatina biryara meqamên 3 welatên din ên Ewropayê yên ev qenal 'Med Nûçe' lê weşanê dike ye." Belmer anî ziman, ku ev welat jî Belçîka, Norwêc û Swêd in.

Belmer bi gotina, "RTUK endamê desteyên bilind ên weşangeriyên li Ewropayê ye" hewl da biryara sekinandina weşana Med Nûçeyê ya li ser daxwaza RTUK'ê biparêze. Belmer îdîa kir ku ew li gorî qanûnên Fransa û Ewropayê tevdigerin.

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (EFJ) nerazîbûneke tund nîşanî biryara sekinandina weşanên Med Nûçeyê da û bibîr xist, ku beriya Eutelsatê, 20 qenalên televîzyon û radyoyê yên li ser Turksatê hatine girtin.

Li aliyê din, yek ji parêzerên Med Nûçeyê Jean-Loûîs Malterre ji AFP'ê er axivî û diyar kir, ew xwe amade dikin li dijî biryara Eutelsatê derkevin.