KCDK-E: Em ê ji bo azadiya Serok Apo dakevin qadan

KCDK-E: Gelê Kurd wê tevî dostên xwe dakeve qadan û ji bo şermezarkirina vê komployê wê rûyê qirêj ê dewleta Tirk a mêtînger û hêzên emperyalîst ên navneteweyî teşhîr bike.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de wê li Ewropayê gelek çalakî bên lidarxistin.

Di daxuyaniya KCDK-E de hat gotin, "Dewletê kapîtalîst ên navneteweyî, bi komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, planên xwe yên li ser Rojhilata Navîn xistine meriyetê. Ji bo pêkanîna vê jî, di destpêkê de li dijî Rêber Apo komplo amade kirine.

Çareserî û projeya jiyana azad û wekhev a hemû bawerî û nasnameyan, ku Rêber Apo ji bo tevahiya Rojhilata Navîn afirand, ji aliyê paşverûtiya herêmê û hêzên serdest ên navneteweyî ve weke xeteriyekê hat dîtin. Hêzên navneteweyî, di şexsê Rêber Apo de xwestin azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dîl bigirin.

Rêber Apo ku veguheriye sembola wekhevî-azadiyê ya bawerî û gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê, ev 18 sal in ji aliyê hêzên komploker ve li Girava Îmraliyê di nava tecrîdê de tê girtin. Hêzên komploker dixwazin nêrîn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dîl bigirin. Di serî de Rêber Apo, gelê me bi berxwedanê plana komplokeran pûç kirine. Ji ber ku dewleta Tirk nikare xwe li vê rabigire, tecrîda li ser Rêber Apo şidandiye.

Divê serdest û dewleta Tirk a mêtînger zanibin; Rêber Apo ku bûye ronahiya Rojhilata Navîn û cîhanê, bi dîlgirtinê nikare bê astengkirin. Paradîgma û nêrînên Rêber Apo li çar aliyên cîhanê tên nîqaşkirin û qebûlkirin.

Polîtîkaya asîmîlasyonê, hewldanên tepisandinê û zextên faşîst ên li ser çapemeniyê ku li dijî gelê Kurd tên kirin, weke dewama vê komployê dewam dikin. Û ev komplo, hê mîna roja destpêkê bi destê hêzên navneteweyî ve tê meşandin.

Gelê Kurd wê tevî dostên xwe dakeve qadan û ji bo şermezarkirina vê komployê wê rûyê qirêj ê dewleta Tirk a mêtînger û hêzên emperyalîst ên navneteweyî teşhîr bike. Ev komplo wê nikaribin li pêşiya lez û dengê têkoşîna me ya azadiyê bibin asteng. Têkoşîna me ya mafdar wê di dawiya dawî de bi ser bikeve.

Weke KCDK-E em bang gelê xwe û dostên xwe dikin, ku li her cihê lê ne bi rengekî aktîf tevlî çalakiyan bibin. Di 6'ê Cotmehê de li Ewropa, Kanada, Japoya û Awûstralyayê em ê çelengan deynin pêşiya konsolosxaneyên Amerîkayê, di 7'ê Cotmehê de meşên bi meşale yên ciwanan, di 8'ê Cotmehê de wê li eyalet û welatan, meşên navendî bên lidarxistin.

Em bang li gelê xwe dikin, ku li dijî komploya navneteweyî rabe ser piyan û tevlî meşên azadiyê bibe."