Li Efrînê êşkence û êrîşa li ser sivîlan

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên "El Hemzat" di 2’ê Gulanê de li gundên navçeya Şêran a Efrînê du êrîşên cuda li ser sivîlan pêk anîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku çeteyên koma "El Hemzat" a girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2’ê Gulanê li ciwanê bi navê Mihemed Ceber ê ji bajarokê Meydankê yê bajarê Şêranê da. Her wiha ragihand ku Mihemed ku dema ji bo sererastkirina tora internêtê diçû gundê Şorbê lêdan xwar û xerac jê hat standin.

Rêxistinê destnîşan kir ku di heman rojê de kesên li gundê Fîrkanê yê Şêranê hatine bicihkirin, gule li ciwanê bi navê Kamîran Hesen Bekir reşandin û wî ji singa wî ve birîndar kirin.