Li Bûrsayê Duşema bihorî piştî çalakiyê, di serdegirtina malan de gelek HDP'yiyên hatibûn binçavkirin, hê jî di bin çavan de ne.
4 kesên ku Endama Meclîsê ya HDP'ê Nadiye Gurbuz jî di nav de, li muduriyeta polîsan karên îfadedayîna wan bi dawî bû. Tê payîn ku wê her 4 kes sibehê sewqî edliyeyê bikin.
Hat zanîn ku, her 4 kes mafê xwe yî bêdengiyê bi kar anîne û Gurbuz jî di bin çavan de rastî êşkenceyê zayendî hatiye.
Gurbuza ku rastî "lêgerîna tazî" hat ji parêzerê xwe re got, ew di dema lêgerînê de bi destan rastî tacîzê hatiye. Her wiha Gurbuz, tacîza ku rastî wê hat ji bijîşkê ji bo rapora tenduristiyê hat re jî vegot û derbarê tacîzêde girtename daye nivîsandin.
Li gor agahiyên ji parêzerên ÇHD'yî hatin wergirtin, ji bo kesên di gireva birçîbûnê de şekir nayê dayîn. Her wiha ji ber biryara "nepenîbûn"a dosyeyan agahî ji bo parêzeran nayê ragihandin.
25 kesên di bin çavan de ne, li muduriyeta polîsan karên wan î îfadedayînê destpê kirin.