Şengaliyên li derveyî welat êrîşên AKP'ê şermezar kir
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, kiryarên rejîma AKP'ê şermezar kir û ji civaka Êzidî xwest, li dijî faşîzma AKP'ê hişyar be.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, kiryarên rejîma AKP'ê şermezar kir û ji civaka Êzidî xwest, li dijî faşîzma AKP'ê hişyar be.
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, li ser girtina siyasetmedar û hevşaredarên Kurd û gefên dewleta Tirk ên li Şengalê dixwe, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de, nenaskirina encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê, êrîşên li ser bajarên Kurdan, desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûman, girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê hatin bibîrxistin û hat gotin, "Ev hemû faşîzm, otorîte û dîktatoriya AKP'ê ya li dijî Kurdan, hemû kêm netewe û olan radixe pêş çavan."
Meclîsê da xuyakirin, ku hebûna leşkerên Tirk li Başîka û dagirkirina Rojava/Bakurê Sûriyeyê, ji bo tinekirina destketiyên Kurdan e û wiha dewam kir: "Dîrok ji bo me diyar e, ku welatê dagirker û Osmanî çi bi serê me Kurdan ve anî. Hikûmeta AKP'ê û hevalbendên wê jî dixwazin Osmanî bi darê zorê careke din bike desthilatdar û bi vî rengî destketiyên Kurdan ên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê ji holê rake."
Di daxuyaniyê de êrîşên li ser gelê Kurdistanê, parlamenterên HDP'ê, girtina hevşaredaran û hebûna leşkerên Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin û bang li civaka Êzidî hat kirin, ku li dijî helwest û hedefên faşîzma hikûmeta AKP'ê hişyar be.
Meclîsê da xuyakirin, ku mîna 65 fermanên Osmaniyan bi ser civaka Êzidî anî, AKP û hevalbendên wê dixwazin fermanê li Şengalê rakin û banga têkoşînê hat kirin.