Girtina parlamenterên HDP'ê li Lîverpoolê hat şermezarkirin
Girtina parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li bajarê Lîverpoolê bi meşekê hat şermezarkirin.
Girtina parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, li bajarê Lîverpoolê bi meşekê hat şermezarkirin.
Girseya gel, ji bo pêkanînên dîktatorî yên rejîma AKP/Erdogan şermezar bikin, li bajarê Lîverpool ê Îngilîstanê meşiyan.
Di meşê de ku bi dehan Kurdistanû dostên wan lê amade bûn, daxwaza berdana hevserok û parlamenterên HDP'ê hat kirin.
Di çalakiyê de her wiha bang li hikûmeta Brîtanyayê hat kirin, ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê demokrasiyê biparêze û piştgiriyê bide şervanên Kurd ên niha li dijî faşîzma AKP'ê û terora DAIŞ'ê têdikoşin.
Çalakger heta ber avahiya Radio BBC meşiyan û çalakiya xwe li vir qedandin.