Li Frankfûrta girêdayî eyaleta Hessenê û li eyaletên Bavyera, Baden-Wurttemberg, Nordrheîn-Westfalen, Nîedersachsen, Hambûrg û Saarlandê zêdeyî hezar û 500 polîs beşdarî operasyonan bûne.
Di operasyona li dijî ‘Osmanen Germanîa (Osmaniyên Almanî)’ de ya ku wek çeteya rockê xebatên xwe dimeşîne , hat ragihandin ku gelek amûrên sûc yên krîmînal hatine desteserkirin.
Li gor Daîreya Krîmînal a Eyaleta Hessenê, li vê eyaletê 70-80 endamên çete, li eyaletên din jî xebatên xeternak dimeşîn in.
Li gor îdîaya Bîldê ya dispêre polîsan jî, têkiliya çeteyan bi MÎT'a Tirk re heye. Tê îdîakirin ku koma çeteyan a Osmanî li dijî komên rockî yên Kurd amadekariyên êrîşê kirine.
Li dar xistina operasyonan herî zêde li bajarên wek Frankfûrt, Darmstadt, Dîetzenbachê pêk tê, lê belê hat ragihandin ku li eyaletên din jî gelek çete hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nav amûrên hatine bidestxistin de çek, tiryak, kompîtur û hin dokuman hene.