Li Kaîserslaûternê standa agahdarkirinê hat vekirin

Li bajarê Kaîserslaûtern ê Elmanyayê, li dijî operasyonên dîlgirtina HDP'yiyan, standa agahdarkirinê hat vekirin. Stand wê 3 rojan vekirî be.

Endamên Komeleya Çanda Mezopotamyayê ya li bajarê Kaîserlaûtern ê Elmanyayê, li navenda bajêr standa agahdarkirinê vekirin û dosya radestî gelek saziyan kirin.

Tevî baran û hewa sar jî, eleqeya gelê Elman a ji bo standê zêde ye. Ji raya giştî re li ser operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP'ê, belavok hatin belavkirin.

Kurdistanî her wiha çûn serdana saziyên medyayê, buroyên partiyên siyasî û dêrên li bajêr û li ser mijarê dosya radestî wan kirin.

Standa agahdarkirinê ku gelekî balê dikişîne, wê îro û sibe jî vekirî be.

Li aliyê din, hin faşîstên Tirk hewl dan standa agahdarkirinê provoke bikin. Li ser helwesta bi berpirsyarî ya Kurdistaniyan, ev provokasyona faşîstên Tirk bi destwerdana polîsan hat pûçkirin.