KCDK-E: AKP, li dijî Kurdên Ewropa înfazê plan dike!
KCDK-E'ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî siyasetmedar, xebatkarên saziyên Kurdên Ewropa planên înfazê dike.
KCDK-E'ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî siyasetmedar, xebatkarên saziyên Kurdên Ewropa planên înfazê dike.
Kongreya Civaka Demokratik a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E), têkildarî plana Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan û faşîzma AKP'ê ya li dijî Kurdên Ewropa daxuyaniya nivîskî da. KCDK-E'yê di daxuyaniyê de wiha got: "Serokomarê Tirkiye Erdogan di 2011'an de li dijî siyasetmedarên Kurd gotibû “Li ku dibin bila bibin, li hundir li dervê welat em wan li ku bibînin em wê li wan bidin." Piştî vê gefê komkujiya Parisê pêk hat. Erdogan di çend hefteyên dawî de dîsa bang li Ewropa dike û gefên "Ez bang li Ewropa dikim. An PKK'yiyên li Ewropa digerin bidin me,y an jî hûn wê encama wê qebûl bikin" Gefan li Kurdên Ewropa dixwe. Ev talûke ye. Plana înfazê ye.
'SEFARETXANEYÊN TIRK BÛNE NAVENDÊN MÎT Ê'
KCDK-E'yê di berdawama daxuyaniyê de wiha got: "Dewleta Tirk û Serokomarê wê Erdogan, tenê gefan naxwe. Di heman demê de li Ewropa ajan, hêzên taybet ên suîkastê û qatil bicih kirine. Kesên fermî û ne fermî tûran didin xwe. Ev kesana li ser saziyên Kurdan çavdêriyê dikin. Siyasetmedarên Kurd dişopînin. Agahiyên derbarê wan de kom dikin. Li Sefaretxaneyên Ewropayê di bin nasnameya diplomatê de xebatên ajantiyê dikin. Der barê siyasetmedarên Kurd de agahiyan kom dikin. Van agahiyan didin MÎT'ê. Sefaretxane û Nûnertiyên Tirk êdî bûne navenda MÎT'ê. Her peyvirdakekî li sefaretxaneyan ketine pêş siyasetmedarên Kurd û wan dişopinin. Gelek mirovên ji ber sedemên cuda li Ewropa mexdûr bûne dibin maşik û amûrê vê armancê. Li hemberî pereyên zêde mirovan di vê xizmetê de bikar tînin û wan dikin ajan. Wan dişînin komeleyan û agahiyan kom dikin. Di çapemeniyê de hat tespîtkirin ku li Saziyên eleqeder ên Dewleta Elmanyayê jî di mehên borî de hat gotin ku 'Li Elmanya 6 hezar endamên MÎT'ê hene" Ev yek her tiştî nîşan dide."
'HEWLDANA KUŞTINA SÎYASETMEDARÊ KURD'
KCDK-E'ê da zanîn ku di serî de li Elmanya û Fransayê li hemû welatên Ewropayê li dijî siyasetmedarên Kurd agahî tên komkirin, wêne û belge tên komkirin û belavkirin û ketine nava hewldana kuştina siyasetmedarên Kurd. Herî zêde li Elmanya û Fransa gavên şênber hatine avêtin û bi awayekî berbiçav ketine şopa siyasetmedaran. Têkildarî vê yekê bi dehan caran hişyariya divê teqez tedbîr bên girtin hatiye kirin. Lê li gel van serlêdanan welatên eleqeder têkildarî vê mijarê tedbîrên ciddî negirtine. Lê aşkere ye Dewleta Tirk û serokomarê wê Erdogan aşkere gefan dixwe. Hêj çend sal berê ji ber van gefan li Parisê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin. Li gel hişyariyên me Elmanya û Fransa tedbîran nagire û kesên li sefaretxaneyên Tirk ên wekî ajan-provokator û kujer ferman girtine hêj nehatine tespîtkirin."
TEKILDARÎ SÎXURAN AGAHÎ HAT DAYÎN
KCDK-E'yê di berdewama daxuyaniyê de destnişan kir ku piştî meha Nîsanê têkildadrî mijarê belge û delîlên der barê yekîneyên MÎT'ê de dane yekîneyên eleqeder ên Elmanya û Belçikayê wiha berdewam kir: "Kesê bi navê X li her derê û hemû welatên Ewropa geriya ye û siyasetmedarên Kurd şopandiye. Agahiyên şaş dane Sefaretxaneya Tirk, polîsên Tirk û MÎT'a Tirk. Vî kesî li Qibrisê perwerdehiya kontrgerilla dîtiye. Piştre ji bo siyasetmedarê Kurd qetil bike şandine Elmanyayê. Wekî xebatkarê qanalek tv yê hatiye nasandin. Hevseroka KCDK-E'ê Yuksel Koç agahî daye Dozgeriya Elman û ev piştrast bûye. Peyvira vi kesî ya esasî kuştina Hevserokê KCDK-E Birêz Yuksel Koç û Hevserokê KONGRA-GEL Birêz Remzi Kartal e. Ev kes bi tena serê xwe tev negeriya ye û kesên din jî kirine şirîkê xwe. Dozgerên Elman ji hemû van geşedanan agahdar in û 2 doz vekirine.
Dewleta Tirk ji bo li dijî siyasetmdarên Kurd suîkastan pêk bînin kesan bi rêxistin dike û wekî wekî TÎM'an bi rêxistin dike. Di her TÎM’ekê de 3 kes cih digirin.
Her kesek peyvirek wî ya cuda heye. Tîma ku X di navde cih digire şefê wî T.C ye. Di heman demê de rewşek bi heman rengî li Fransayê jî pêk hatiye. li sefaretxaneya Tirk jî kesekî bi navê E siyasetmedarê Kurd şopandiye. Dîsa kesê bi navê XX li Sefaretxaneya Tirk siyasetmedarê Kurd û Tirk şopandine."
QATIL TÛRA DIDIN XWE
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Elmanya û Fransa jî MÎT'a Tirk kesan dike sîxur û li dijî siyasetmedarên Kurd planên kuştinê amade dikin û wiha hat gotin. Di demên dawî de qatil li welatên Ewropa tûra didin xwe. Hem tiryak û hişbirê difiroşin û hem jî ji bo siyasetmedên Kurd planên suîkastan amade dikin. Şêwirmendê Serokomare Tirk ê berê Muhammed Taha Gergerlioglu û 3 sîxurên din li Elmanya li ser sûc hatin girtin. Vê yekê jî nişan da ku Erdogan û hevkarên wî li Ewropa çawa dixebitin. Di komkujiya 3 jinên Kurd ên siyasetmedar de çawa hat plankirin niha jî dixwazin li dijî siyasetmedarên Kurd êrîşên kuştinê pêk bînin."
BANG Û DAXWAZ
KCDK-E'ê Bang û daxwazên xwe wiha rêz kir: "Di serî de em bang li Elmanya û hemû welatên Ewropa dikin ku li hemberî van bûyeran tedbîrên cîddî bigirin û bi lezgîn têkevin nava tevgerê.
*Li dijî van kesên uk li sefaretxane, balyozxane, komele, sazî û dezgehan xwe bi cih kirine û sîxuriyê dikin bên lêpirsîn, lêkolîn û tespîtkirin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpê kirin.
*Kesên bi nasnameyên cuda û armancên cuda li sefaretxane û balyozxaneyan bi cih bûne bên tespîtkirin û bên dersînorkirin.
*Kesên wekî endamên qatilan hatin tespîtkirin bên girtin û darizandin.
* Kesên berpirsiyarên komkujiya Parisê û nûnertiya dewleta Tirkiyeyê dikin bên ditin, girtin û darizandin.
* Divê dest ji şopandin û çavdêriya siyasetmedarên Kurd bê berdan.
KCDK-E, da zanîn ku wê çavdêrî û belgeyên bi dest xistine wê piştre bi raya giştî re parve bike.