Akademîsyena ku ji kar hatî kirin, piştî ku dest bi çalakiya rûniştinê kir, hate binçavkirin

Akademîsyen Nûriye Gulmen ku bi BHQ’yê li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê ji kar hate kirin, li Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kir, Gulmen li gel 4 kesên pê re bi tehdeyê hatin binçavkirin.

Yek ji wan akademîsyên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de ji kar hate kirin Nûriye Gulmen ku li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê kar dikir, bi daxwaza ku dîsa li kar û barê xwe vegere li Enqerê, li Kolana Yukselê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Gulmen bi daxuyaniyekê mebesta çalakiya xwe wiha diyar kir:

‘’Bi daxwaza biryara ku ez ji karê xwe hatim kirim were rakirin ez  çalakiya rûniştinê didim destpêkirin. Ez bang li hemû kedkarên cameweriyê dikim ku tevlî çalakiya rûniştinê bibin, ne ji bo ku destekê bidine min lê ji bo ku li xwe xwedî derbikevin. Çalakiya rûniştinê her roj wê di navbera saet 08.00-19.00’an de berdewam bike. Ez bang li hemû kedkar, akademîsyen û hemû dostan dikim ku dixwazin destekê bidine têkoşîna mafê ku, tevlî daxuyaniya min a beriya çalakiyê bibin.’’

Lê hê di destpêka çalakiyê de polîsan erîş anî. Gulmen û 4 kesên pê re bi tehde û lêdana polîsan hatin binçavkirin.

Kesên ku bi Nûriye Gulmen re hatin binçavkirin: Turan Sayin (SES), Murat Çeşme (KESK), Ozan Demîreş (Akademîsyen), Bûse Uçer (Halkevlerî)