DGH û DGK’ê, kuştina polîsê li Edeneyê girt ser xwe
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger, di 6’ê Cotmehê de çalakiya kuştina polîsê li Edeneyê girtin ser xwe.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger, di 6’ê Cotmehê de çalakiya kuştina polîsê li Edeneyê girtin ser xwe.
Li gorî daxuyaniya DGH û DGK’ê diyar kirin ku li dijî êrîşa polîsan a li ser gel bersiv dane û wiha gotin: “Di 6’ê Cotmehê de li ser êrîşa çeteyên faşîst ên li ser berxwedana ciwanan û gelê me me bersiv da û çeteyek hate kuştin û çeteyek hate birîndarkirin. Her wiha çalakiyên şewitandina wesayîtan a li Stenbol û Îzmîrê jî ji aliyê yekîneyên me ve hatine kirin.”
Di daxuyaniya DGH û DGK’ê de ji niha û şûn de di pêşengtiya ciwan û gelê berxwedêr de banga berxwedan û serhildanê li hemû Kurdistanê kirin.