Li Fansayê Kurd û dostê wan wê dakevin qadan

Kurd û dostên wan ên li Fransayê dijîn, li dijî faşîzma AKP’ê wê bi awayê girseyî dakevin qadan.

Konseya Kurd a Demokratîk a Frans (CDK-F) û Tevgera Jina Kurd, ji bo çalakiyên ku roja Înê û Şemiyê li Faransayê li dar bixin banga beşdariya girseyî kir.

Di daxuyaniya ku li ser navê Konseyê û Tevgerê ve hate kirin wiha hate gotin:

“Li gel êrîşên dewleta faşîst a li welat li dijî hemû eniyên demokrasiyê, çapemeniya muxalîf û dezgeh û saziyên çapemeniyê vîna gelê Kurd dîl girtiye, li dijî Kurdan êrîşên topyekûn ên dayî destpê kirin bê navber dewam dike. Enceq li dijî van êrîşên topyekûn yên li dijî gelê Kurd bi berxwedanekî topyekûn bê valederxistin û şikandin. Li ser vê yekê divê em vê rastiyê bibînin û dakevin qadan. Ji bo em êrîşên diktatoriya Erdogan û hikûmeta AKP’ê li Fransa û tevahî cîhanê teşhîr bikin, bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Faransayê dijîn dikin ku dakevin qadan.”

CIHÊN KU ÇALAKÎ LÊ BÊN LI DAR XISTIN

MARSİLYA

Dîrok: 11’yê Mijdarê roja Înê

Saat: 14.00

Cih: Place Canebiere

TOULEOUSE

Dîrok: 12’yê Mijdarê Roja Şemiyê

Saat: 15.00

Cih: Qadfa Kapîtol

AVIGNON

Dîrok: 13’yê Mijdarê Roja Yekşemê

Saat: 14.00

Cih: Pêşiya Avîgnon Gare Centre

PARÎS

Dîrok: 12’yê Mijdarê Roja Şemiyê

Saat: 14:00

Cih: Qada Bastîlle

EVRY

Dîrok: 11’yêMijdarê Roja Înê

Saat: 15:00

Cih: Pêşiya Şaredariya Evry

RENNES

Dîrok: 12’yê Mijdarê Roja Şemiyê

Saat: 14:00

Cih: Pêşiya Salle Colombîe