Heyeta HDP'yî û nûnerên çapemeniya navnetewî hatin gel hev
HDP'yî, bi nûnerên çapemeniya navnetewî jî di nav de bi komek rojnameger re hatin gel hev. Di hevdîtinê de têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê, rojnameger hatin agahdarkirin.
HDP'yî, bi nûnerên çapemeniya navnetewî jî di nav de bi komek rojnameger re hatin gel hev. Di hevdîtinê de têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê, rojnameger hatin agahdarkirin.
Berpirsiyarê Karên Derve û Alîgirê Hevseroktiya HDP'ê Hişyar Ozsoy, Berpirsiyarê Propaganda û Çapemeniyê û Alîgirê Hevseroktiya HDP'ê Sarûhan Olûç û Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan îro li Stenbolê, bi zêdeyî 25 rojnameger û nûnerên televizyonên Amerîkî, Qiraliyeta Yekbûyî, Fransî, Çînî, Japonî, Îtalyayî jî di nav de hevdîtin pêk anîn.
Heyeta HDP'ê ya ku beşdarî civînê bû, têkildarî êrîşên li dijî partiya wan, girtina hevserok û parlementerên wan û bûyerên siyasî yên HDP'ê, bi çapemeniya navnetewî re parve kir.